Qirkirina Şengalê protesto kirin

Li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakiyên hatin kirin qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’ê ya li ser Şengalê hatin protestokirin.

Di salvegera 6’an a qetlîama 2014’an a li ser civaka Êzidî li gelek bajaran çalakî hatin kirin û qetlîam hatin protestokirin.

ÊLIH

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 6'emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk hat, li Gundê Bacinê yê Êzidiyan ê girêdayî Mîdyada Mêrdînê jinên êzidî ziyaret kirin. Di ziyaretê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Pero Dundar, Ebru Gunay û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan amade bûn. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar bal kişand ser komkujiya li dijî Êzidiyan û wiha axivî: "Dema ku ev komkujiye pêk hat, gelek Êzidî ji nêçariya xwe koçberî Tirkiyeyê bûn. Gelek ji van ji hêla şaredariyên me ve li qampan hatin bicihkirin. Lê li gel pêvajoya tayînkirina qeyûman ev der jî belav kirin. Êzidîyan dixwest ku vegerîn Şengalê. Lê mixabin bi tu awayî alîkarî bi wan re nehat kirin. Hikûmeta AKP'ê tim û tim ji wan re astengî derxistin."

Dundar, di dawiya axaftina xwe de kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û wiha got: "Fermana 74'an li ser Êzidiyan pêk hat. Niha jî amadekariyên fermana 75'an dikin. Niha dîsa li dijî başûr û Şengalê êrîşan dikin. Bi van êrîşan dixwazin fermana 75'emîn pêk bînin û bi vê qirkirineke xurtir bikin. Lê em destûr nadin van komkujiyan. Mesele ne Suryanî, Êzidî, Yahudiye, Erebin mesele ev hişmendiye. Îro dora Suryaniyan ve, sibê dora geleke din e. Niha li Rojava bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Lê hîna êrîşên xwe didomînin. Gelek jinên Êzidî bi zorî revandin, zilm li wan kirin. Ev komkujiyê li dinî bawerî û jinan bû. Felaketa dawiyê bê serê gel DAÎŞ bû."

WAN

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) bi daxuyaniyeke hevpar qirkirina li ser civaka Êzidî ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an pêk hat, şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta 3’yê Tebaxê weke ‘Roja qirkirina jinê û li dijî qirkirinê roja çalakiyên navneteweyî’ neyê îlankirin wê têkoşîna xwe bidomînin.

MÊRDÎN

Li gundê Bacinî ya girêdayî navçeya Midyad a Mêrdînê jî bi pêşengtiya TJA’yê çalakiyek hate kirin û qetlîam hate protestokirin. Li vir Parlementera HDP’ê yê Mêrdînê Pero Dundar axivî û diyar kir ku ew wê rê nedin ku carekî din ferman bi serê Êzidiyan bê. Dundar got: “Mesele ne Yahûdî, Suryanî, Ereb û Êzidî ne. Mesele hişmendî ye. Îro dora Êzidiyan e, sibe dora gelekî din e. Bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û zilm lê hatin kiriin. Felaketa herî dawî bi serê gelan hatî DAÎŞ e.”

HATAY

Rêxistina bajar a Hatayê jî têkildarî salvegera qetlîama bi serê Êzidiyan hatî, li avahiya partiya daxuyaniyek da. Hevseroka HDP’ê Aysel Eşiyok axivî diyar kir ku li dijî qirkirina jinê wê li gel jinên cîhanê têkoşînê bikin.

Hevserokên rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş û Nevzat Guzel jî daxuyaniyek parve kirin û kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.