Qeyûmên Sûr û Sêrtê jî şaredarî şelihandine

Qeyûmên dagiker ên ku hatin ser Sûrê ya Amedê û Sêrtê, li ser rêya 'Reîs'ê xwe Tayyîp Erdogan  çûne, li talana şaredariyan dan. Bi milyonan lîre deyn kirine sûkra şaredariyan.

Hevşaredarên Sûrê, lîsteya deynê aîdê serdama qeyûm derxistin û bi avahiya şaredariyê ve kirin. Li gorî lîsteyê qeyûm 151 Mîlyon 743 hezar û 819 TL deyn li paş xwe hişt.
 
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şardariya Navçeya Sûr a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr, piştî şaredarî dewr girtin, ji bo talan û rûxandinên qeyûm di serdema xwe de kirin derbixin holê, dest bi lêpirsîn û lêkolînan kiribûn. 
 
Hevşaredaran, berî her tiştî ‘serşoka qral’ a qeyûm li avahiya şaredariyê ava kiribû û hin mînakên dişibin vê bi raya giştî re parve kiribûn. Hevşaredaran vê carê jî, lîsteya deynê rêveberiya qeyûm bi avahiya şaredariya navçeyê vê kirin. 
 
Li gorî lîsteyê qeyûm 151 Mîlyon 743 hezar û 819 TL deyn li paş xwe hişt.

SÊRT

Qeyûmê li  Sêrtê jî şaredariya bêdeyn di nava du salan de 115 milyon û 622 hezar TL xist bin deyn.  

Di encama lêkolînên de hat tespîtkirin ku qeyûm di nava du salan de Şaredariya Sêrtê 115 milyon û 622 hezar TL xistiye bin deyn. Hat zanîn ku beriya qeyûm bê tayînkirin qirûşek jî deynê şaredariyê tune bûye. 
 
Di serdema qeyûm de bi giştî 5 milyon û 325 hezar û 161 euro (34 milyon, 867 hezar û 557 TL) ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) hatiye deynkiirin. Ji ber bihabûna Euro he ku diçe ev deyn zêde dibe.