Qeyûmê li Wanê ji bo Idlibê pereyan ji personelan kom dike!

Walîtiya Wanê ferman da ku di bin navê kampanya ji bo çeteyên li Idlibê pere ji personelan bê komkirin.

Walîtiya Wanê û Midûriyeta Xizmetên Lezgîn a Karên Afetê 'Fermana Idlibê' ji şaredariyan hemûyan re şand ku rejîma AKP'ê bi rêya qeyûm dest daniye ser wan.

Di navê "Em bi hev re ne, em bi Idlibê re ne" dest bi kampanyayekê kirin û li gorî agahiyan, ji bo pere ji personelan bên standin zext li wan tê kirin.

Nivîs bi îmzeya walî M. Emîn Bîlmez ji şaredariyan û saziyên cemaweriyê hemûyan re hate şandin. Di nivîsê de her wiha hesabên ku pre ji wan bên şandin jî hatine nivîsandin.