Qeyûmê Wanê tenûr jî xera kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hatiye desteserkirin, tenûrên şêniyên herêmê bi makîneyên kar xera kir.

Li Wanê piştî erdheja 2011'an li Sixkê û Artemêtanê bi sedan avahiyên TOKÎ hatibûn çêkirin û erdhejzede neçarî van avahiyan hatibûn hiştin.

Li van avahiyên TOKÎ ku 20 salan divê erdhejzede teqsîtan bidin, jiyan gelekî zehmet e. Erdhejzedeyên ku li daîreyên biçûk hatine bicihkirin, nikarin gelek pêwîstiyên xwe yên debarê jî peyda bikin.

Ji ber firin û market gelekî dûrî cihê wan e erdhejzedeyan ji bo ji xwe re nan lêxe, tenûr çêkirin. Li van qadên hevpar ên tenûrê rojane malbat ji xwe re nan lêdixin.

Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm li ser e, xwe li tenûran jî ranegirt.

Qeyûm roja Yekşemê makîneyên kar şand TOKÎ yên li Sixkê û tenûrên li herêmê hemû xera kir.