Qeyûmê şaredariya Agirî sîle li parlamenter xist

Endam û rêveberên AKP'ê, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de encama dixwestin li Agirî bi dest nexistin, hevdu sûcdar dikin. Ev sûcdarkirin gihîşte wê astê ku bi kulman li hev bixin.

Tê gotin, Waliyê Tirk ê li Agirî Mûsa Işin li meqamê xwe sîle li Parlamenterê AKP'ê yê Agirî Cesîm Gokçe xistiye û Gokçe ji ber vê lêdanê rapor girtiye.

AKP, ku bi rêya qeyûm hemû şaredariyên DBP'yî yên li Agirî û navçeyên wê desteser kir û bi qasî 600 kes girt, ji ber ku di referandûma 16'ê Nîsanê de hejmara dengê 'Erê' ya li bendê bû bi dest nexist, bi hev ketiye. Ev sûcdarkirina hev gihîşte wê astê ku li hev bidin. Waliyê Tirk ê li Agiriyê Mûsa Işin li meqama walîtiyê bi Parlamenterê AKP'ê yê Agiriyê Cesîm Gokçe re nîqaş kir. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, walî Mûsa Işin sîle li parlamenter Gokçe xist. Vî şerê navxweyî li platformên medya civakî jî deng veda.

PIŞTÎ KU QEYÛM LI ŞAREDARIYÊ HATE BICIHKIRIN, ŞERÊ JI BO RANTÊ MEZIN BÛ!

Piştî ku Hevşaredara Agirî Mûkkades Kûbîlay hate girtin û Hevşaredar Sirri Sakik ji wezîfeyê hate kirin, Waliyê Tirk ê li Agirî Mûsa Işin weke qeyûm li şaredariyê hate bicihkirin. Tê gotin, bi vê tayînkirinê re di navbera Işin û Parlamenterê AKP'ê Cesîm Gokçe de şer dest pê kiriye. Bihevketina van her du AKP'yiyan gihîşte wê astê ku bi kulman li hev bidin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, Parlamenterê AKP'ê Gokçe ku lêdan xwar, raporek li ser lêdanê girt. Ev şerê navbera AKP'yiyan li medya civakî jî der bû. Di parvekirinên ji hesabê @agrıgizliarşivi hate kirin de, ev hate nivîsandin: "Walî Mûsa Işin li meqamê xwe li wekîlê krîptoyî Cesîm Gokçe xist. Cesîm Gokçe ku krîpto ye, bi dizî raporeke lêdanê standiye ku wê ji walî re bişîne. Agirî di rojên xwe yên herî nebaş de ye! AKP'yiyên li welêt dane dû rantê. Bi mijûlbûna bi wekîlan re gelo wê rewşa me çi be."

'ÎHALE RADESTÎ GOKÇE YÊ AKP'YÎ TÊN KIRIN'

Li gorî parvekirinên li heman hesabî tê ragihandin, ku îhaleyên li Îdareya taybet a Bajêr a Agirî radestî wekîlê AKP'ê Cesîm Gokçe hatine kirin û ji bo girtina li kar jî, şertê xizmtiya wekîl tê destnîşankirin.

Tevî nîqaşa AKP'yiyan a li ser rantê, AKP li Agiriyê roj bi roj dihele.