Qeyûmê li Amedê niha jî hewl dide masiyan biqelihîne

Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Mezin a Amedê gavên ku wê celebên masiyan biqelihîne davêje.

Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Mezin a Amedê bi navê 'têkoşîna dijî pêşiyan' masiyên xemlê yê bi tuxmê Gambuîsa ku ji hêla zanyarên sirûştê ve weke 'celebê taloke' tê navandin û 100 sal temenê wan heye, bera nava gol, birk û robaran dan.

Ev celebê masiyan ku berê li gelek welatan bi mebesta 'têkoşîna dijî pêşiyan' hatî bikaranîn, bi sedema ku li gol, birk û robaran hevsenga sirûştê têk dibe û hêk û larvayên masiyên din dixwe, bi sedema paqijkirina wan a ji habîtatê dijwar e, êdî nema tên bikaranîn.

Her wiha Şaredariya Denîzlî jî 2015’an ev celebê masiyan Gambusîa bi kar anîbû lê akolojîstan li dijî vê helwesta nîşan dabû. Serokê Federasyona Masigiriya Bi Şewkê Ismaîl Atalay diyar kir ku ev gav ziyanê de hevsenga ekolojiyê û giliyê Şaredariya Denizlî û Wezareta Karê Daristan û Avê û Ajalkarî, Çandinê û Zad kiribû. Piştî helwestê şaredariyê neçar mabû ku van masiyan bernedin nav avê. Her wiha şaredariyên Çanakkale, Antakya, Manîs û Muglayê jî ji ber helwestan gava xw bi paş ve avêtibûn û ev cure masî bernedabûn nav avê.