Qeyûmê ku peykerê Roboskî xera kir, niha jî navê Cegerxwîn danî

Qeyûmê Tirk ê li Şaredariya Peyas a Amedê Mûstafa Kiliç, tabeleya Navenda Çandê ya Cegerxwîn danî xwarê. Nayê zanîn bê çima tabela daniye.

Qeyûmên dest danîne ser şaredariyên DBP'ê, nikarin xwe li sembol û navên Kurdî rabigirin. Piştî peykerê Ehmedê Xanî yê ji aliyê qeyûmê Bazîdê ve hat xerakirin, niha jî qeyûmê şaredariya Peyasa Amedê navê helbestvanê Kurd Cegerxwîn daxist. Qeyûmê Şaredariya Peyasê tabeleya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn daxist. Hat zanîn ku qeyûm navê "15 Temmuz Millet Kultur Merkezî" li navenda çandê kiriye.

Navenda Çand û Hûnerê ya Ciwanan a Cegerxwîn di Nîsana 2010’an de ji aliyê şaredariya DBP’î ya Peyasê ve hatibû avakirin. Li vir gelek dersên akademîk, muzîkê û wêjeya Kurdî dihatin dayin. Piştî qeyûm tayînî şaredariya Peyasê hate kirin navenda çandê hat desteserkirin û hemû xebatên wê hatin rawestandin.