Qeyûmê dagirker navê 'Ozgur Gundem' rakir

Navê 'Ozgur Gundem'ê ji ser tabelaya navê nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ku li kuçeyek Sûrê hatibû kirin, ji hêla qeyûmê dagirker ve hate rakirin.

Şaredariya Sûrê di serdema rêveberiya HDP’ê de bi biryara Meclîsê, navê nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê hezîrana 1992’yan de li kuçeya Palû ya taxa Îskenderpaşa ya Sûrê hatibû qetilkirin, li kuçeyê kiribû. Şaredariyê tabelaya navê Hafiz Akdemîr bi vê nivîsê taliqandibû: “Hafiz Akdemîr ê navê wî bi çêkirina nûçeyan derbarê cînayetên kuştinên ne diyar de ji rojnameya Ozgur Gundemê tê zanîn, di hezîrana 1992’yan de ji aliyên kesên nenas ve hate qetilkirin.”
 
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tabela daxist û navê “Ozgur Gundem” jê rakir û tabelaya navê Hafiz Akemîr lê carek din daliqand.
 
Gora Hafiz Akdemîr ê li goristana gundê Sîsê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê dem meha hezîranê de bi êrişê re rûbirû mabû û hatibû rûxandin.