Qeyûmê Şaredariya Wanê hevjîna xwe jî kir qeyûm

Waliyê Tirk ê li Wanê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Mûrat Zorlûoglû, karên ku divê bi xwe bike, bi hevjîna xwe dide kirin.

Hevjîna waliye Tirk Mûrat Zorlûoglû Sevcan Zorlûgolû, teqîn ku ti erka xwe ya qanûnî nîne mîna Walî lêkolînan dike, Daîreya Polîtîkayên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin bi rê ve dibe û daxuyaniyan dide çapemeniyê.

Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû, ku piştî li şaredariya bajarê mezin bû qeyûm, polîs û leşker derxist pêşberî gel û mîna Midûrê Emniyetê xebitî. Zorlûgolû beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo AKP'ê propaganda dikir û ev yek dibû sedema nerazîbûnan. Walî Mûrat Zorlûoglû li çar aliyên Wanê bîlboardên bi nivîsa "Bi saya Serokkomarê me" daliqand. Vê jî têrê nekir, niha jî hevjîna wî Sevcan Zorlûoglû tevî ku erka xwe ya qanûnî nîne, mîna hevserê xwe lêkolînan dike, Daîreya Polîtîkayên Civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin bi rê ve dibe û daxuyaniyan dide çapemeniyê. Sevcan Zorlûoglû yekser dest li personelên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê werdide û ji bo personel ji kar bê derxistin, ya jî yên nû bên bicihkrin, fermanê dide Serokên Daîreyên Şaredariyê.

Têkiliyeke xurt a Zorlûoglû bi KADEM'ê re heye ku rêvebera wê keça Erdogan Sumeyya Erdogan Bayraktar e. Timî bi rêveberên komeleya KADEM'ê re rûdinê. Sevcan Zorlûoglû her wiha bi Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî (SYDV) û Navenda Destekê ya ji bo Xizmetên Malbatê (ADEM) re ji nêz ve eleqedar dibe û fermanê dide wan.

Zorlûoglû herî dawî hefteya bihurî çû navçeya Payîzavayê û yekîneyên xizmetê yên Şaredariya Payîzavayê kontrol kir ku ev şaredarî jî bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin.

Sevcan Zorlûoglû daxuyaniyan dide çapemeniyê jî. Timî daxuyaniyê dide çapemeniya Wan û Xarpêtê û dibêje, 'Ji ber ku gelekî karên Walî beg hene' ew bi vî rengî dixebite. Zorlûoglû wiha dewam dike: "Mûrat beg ji ber ku hem Walî ye, hem jî Şaredare e gelekî karên wî hene. Li Wanê gelekî kar hene. Dixwaze her tişt baş bê kirin. Ji roja em hatine Wanê em nasekinin, betlane û dawiya hefteyê ji bo me nîne. Karên me gelek in. Înşaleh em ê temamiya pirsgirêkên Wanê çareser bikin."