Qeyûm tabelaya 'Aştiyê' ya bi 3 zimanan guherand

M. Şîrîn Yaşar ku weke qeyûm tayînî şaredariya Erdîşê hat kirin, tabelaya 'Rezên Aştiyê' ya bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ermenî ji aliyê Şaredariya DBP'yî ve hat amadekirin, rakir.

Qeymeqamê Tirk ê li Erdîşê Mehmet Şîrîn Yaşar, ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnî de weke qeyûm li Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî bi cih bû, xwe li tabeleya "Rezên Aştiyê" ya bi Kurdî, Ermenî û Tirkî hate nivîsandin, ranegirt. Qeyûm tabelaya 'Rezên Aştiyê' şikand û li şûna vê tabelayê "1'ê Nîsanê" bi cih kir, ku di destpêka Nîsana 1915'an de qirkirina Ermeniyan dest pê kiribû.

Qeyûmê Yaşar, piştî ku şaredarî dagir kir, weke karê destpêkê hemû xebatên şaredariyê yên ji bo jin, zarok û ciwanan sekinand. Qîma xwe bi vê jî nanî û rabû tabelaya "Rezên Aştiyê" ya bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ermenî rakir. 

Rêveberiya Şaredariya DBP'yî, ji bo êşên Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an ji holê rake û bike ku aştî û biratî ji nû ve li ser axa Kurdistanê şîn bibe, di Nîsana 2015'an de weke mîrateya ji Ermeniyan, mêw çandibû. Ev mêw li qadeke ji 28 hezar metreçargoşeyî ya li herêma Karataşlarê hatin çandin. Û navê "Rezên Aştiyê" bi zimanên Kurdî, Ermenî û Tirkî lê kirin. Lê belê qeyûm rabû ev tabela rakir û li şûna wê jî tabelaya "Rezên 1'ê Nîsanê" bi cih kir, ku ev yek 1'ê Nîsana 1915'an dema Qirkirina Ermeniyan tîne bîra mirovan.

Tiriyê Erdîşê ku ji dema Ûrartû û vir ve heye, lê belê ji ber xemsariyê li ber tinebûnê ye, bi projeya Rezan a Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî ji nû ve zindî bûbû. Bi pêşengiya Hevşaredar Abdurrahman Çagan û Dîba Keskîn ên niha girtî ne, di Nîsana 2015'an de l herêma Karataşlarê mêw hatibûn çandin û navê "Rezên Biratiyê" bi zimanê Kurdî, Ermenî û Tirkî lê hatibû kirin.

Di dema çandina mêwan de Hevşaredar Dîba Keskîn daxuyanî dabû, bal kişandibû ser Qirkirina Ermeniyan a Nîsana 1915'an û anî bû ziman ku tiriyê Erdîşê weke mîrateya Ermeniyan maye û gotibû, ew hêvîdar in bûyerên bi êş ên demên bihurî ji nû ve rû nedin. Keskîn bi xwe jî mêw çandibû û xwestibû bibe wesîle ji biratiya gelan re.