Piştî ku Hevşaredarên navçeya Payîzava ya Wanê Yildiz Çetîn û Zekî Yildiz di 3'ê Sibata 2017'an de ji wezîfeyê hatin girtin, qeyûm li şaredariyê hatibû bicihkirin.
Qeymeqamê Tirk ê li Payîzavayê Osman Dogramaci, ku weke qeyûm li şaredariyê hat bicihkirin, polîtîkayên wî rê li ber nerazîbûnan vedike.
Dogramaci ku mohra xwe daniye binê gelek biryarên sosret, gelek navendên tenduristiyê û malên jinan girt.
Dogramaci niha jî Navenda Jiyanê ya Jinan ku di dema Şaredariya DBP'ê de hate vekirin radestî Komeleya Jinê û Demokrasiyê (KADEM) kir.
Alîkara Seroka KADEM'ê jî keça Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan Sumeyye Erdogan e.
Hat ragihandin, Sumeyye Erdogan wê di rojên pêş de bê navçeya Payîzava ya Wanê û tevlî merasîma vekirina KADEM'ê bibe.
Hevserokê HDP'ê ya Payîzavayê Handan Karakoyûn der barê mijarê de diyar kir, ku polîtîkaya qeyûm dagirkirina şaredariyê ye û tiştekî şaş e ku ji vê ferasetê xizmet bê hêvîkirin. Karakoyûn destnîşan kir, ku gel mîna di referandûmê de wê di hilbijartina pêş de bersiva pêwîst bide.