Qeyûm kolanên Wanê kiriye otopark û jê dixwe

Qeyûmê ku dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî, kolanên bajêr kiriye otopark. Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî vê dan.

Qeyûmê AKP'ê Mûrat Zorlûoglû ku dest daniye ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî, hemû kolanên Wanê kiriye otopark û jê dixwe. Ji her wesayitekê ji 2 heta 20 lîreyî pere distîne.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî ji bo pirsgirêka otoparkê ya li Wanê çareser bike, otoparka girtî çêkiribû û li navçeya Rêya Armûşê jî li qadeke ji 6 heza rû 682 donimî otoparkeke pir qatî ya ji bo 424 wesayitan çêkiribû. Lê belê qeyûmê AKP'ê otopark firot û niha jî kolan û qiraxa rêyên bajêr kiriye otopark. Ji xwediyê wesayitan jî bi zorê pereyan distîne.

Welatiyekî ji Wanê ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike got, "Beriya niha bi zorê dest danîn ser şaredariya me, Hevşaredarê me girtin. Şaredariya me ku ti deynê wê tine bû, bi 1 milyar lîreyî kir deyndar e. Hemû malên şaredariya me firotin. Ji ber ku tiştekî karibe bifiroşe nemaye, dest bi firotina rê û kolanan kirin. Li navenda bajêr mirov li ku derê wesayita xwe bisekinînin, yekser fîşê difirin û pere dixwazin. Di nava 2 salan ve Wan qedandin. Di demeke nêz de wê pereyan ji welatiyên ku li parkan rûdinên jî bistînin. Tenê armanceke van heye, ew jî şêlandina welatiyan e."

Qeyûm Zorlûoglû ku li Wanê karên ne li rê kir û şaredarî deyndar kir, ji aliyê AKP'ê ve hate pîrozkirin û ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê namzetê şaredariyê hate nîşandan.