Qeyûm kar neda karkeran, lê da AKP'iyan

Qeyûmê talanker ê Wanê ku naxwaze karkeran jinûve tevlî kar bike, ji karkeran re gotin, "Pêwîstiya min bi personelan nîne, biçin çi dikin bikin." Lê eşkere bû ku 45 AKP'yî tevlî karê li Şaredariyê kiriye.

Qeyûmê ku ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î tayîn kir, gelek karker ji kar derxistibû. Ji wan 250 karker li dadgehê bi ser ketin û li benda vegera li kar bûn. Karkeran maf wergirtin ku ji nû ve tevlî hevdîtina ji bo kar bibin.

Karker di 7'ê Adarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê beşdarî hevdîtina ji bo kar bûn û tevî ku ezmûn serketî derbas bû, neserketî hate hesibandin.

Li ser vê yekê karkeran hevdîtin bi qeyûm Mehmet Emîn Bîlmez re kirin. Karkeran ji qeyûmê talanker re gotin, "Tevî ku li dadgehê em bi ser ketin, çima nikarin li karê xwe vegerin ku mafê me ye. Di bêrîka me de 5 quriş pere nîne, em nikarin nan bibin mala xwe, em întihar bikin, çi bikin?" Bîlmez ê talanker jî ji wan re got, "Biçin çi dikin bikin, pêwîstiya min bi personel re nîne."

Her wiha hate ragihandin ku Bîlmez di çarçoveya lîsteya Rêxistina AKP'ê ya Wanê de 45 kesên nêzî desthilatdariya AKP'ê tevlî kar kiriye.