Qeyûm kampa Êzidiyan a li Amedê vala kir

Kampa Fîndalik a li Amedê ku ji bo Êzidiyan bûbû wargeh, ji aliyê Mehmet Guzel ê weke qeyûm tayînî Şaredariya Yenîşehîrê bû, hat valakirin.

Li kampa Fîdanlikê ku ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ya DBP'yî ve hatibû avakirin, Şengaliyên ji ber fermanê hatibûn, lê bi cih bûbûn. Li vê kampa ji konan, 3 salan xizmet ji hezaran Êzidiyan re hat dayîn. Bi demê re piraniya Şengaliyên li vir li cih û warên xwe vegeriyan û hejmar şêniyên kampê daketibû 1.250 kesî.

Lê belê qeyûmê ku di meha Qanûnê de li Şaredariya Yenîşehîrê erkdar bû, hebûna Êzidiyan a li vê derê nexwest û ji hefta bihurî ve dest bi valakirina kampê kir. Êzidiyên li vê derê şandin kampa Mîdyatê ya AFAD'ê ku ji bo penaberên Sûriyeyê hatiye çêkirin. Konên li kampa Fîdanlikê jî ji aliyê wezîfedarên şaredariyê ve tên rakirin.

Êzidiyên ku bi desteka gelê Amedê û rêxistinên civakî yên sivîl ên navneteweyî xwe li jiyanê digirtin, ji ber ku statuya qanûnî ya ji penaberên Sûriyeyê re hat dayîn ji wan re nehat dayîn, ji derfetên tedawiyê bêpar mabûn.