Qeyûm êrîşa li dijî gel û maf e

Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk diyar kirin, qeyûm êrîşa li dijî gel û maf e û bal kişandin ser mezinahiya xisara ku qeyûm bûne sedem.

Hevşaredarên navçeya Silopiya ya Şirnexê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk ku ji HDP'ê ne û di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de şaredarî ji dagirkeriya qeyûm wergirtin, qala karê xwe kirin.

Hevşaredar Şavlûk anî ziman ku qeyûm tevî ku xizmet nekir, xizmeta wan berê kiribûn jî asteng kir û ji holê rakir.

Şavlûk diyar kir ku di dema qeyûm de şaredarî mîna qereqolekê bû û gel ji bo vê yekê şermezar bike wê demê neçû şaredariyê.

Şavlûk got, "Qeyûm êrîşa li dijî gel û maf e. Qeyûm her xebatkarên şaredariyê yên xizmet ji gelê xwe re dikirin ji kar derxist, tenê xwe û derdora xwe dewlemend kir û bi komeke ku talanê dike kar kir. Ji aliyê aborî, civakî û çandî ve xisar li civakê kirin. Me ti ji van ji bîr nekir."

Hevşaredar Fîdan jî bal kişand ser pirsgirêkên bingehîn ên îdarî yên şaredariya Silopiyayê û diyar kir, "Çar meh in me dest bi wezîfeyê kirine. Em bi pirsgirêkên av, elektrîk, çop, rê û binesaziyê re eleqedar dibin. Di van mijaran de gav hatin avêtin. Niha her kes karê xwe dike û hewl dide wezîfeyên xwe bêkêmasî pêk bînin."

Fîdan anî ziman ku qeyûm destpêkê êrîşî jinê kir û got, "Wê demê ew ê giraniyê bidin ser karên jinê û xurt bikin. Eger saziyek hatibe girtin em ê bi sê saziyan karê xwe bidomînin. Em ê karên ciwanan xurt bikin."