Qeyûm di nava mehekê de qaseya şaredariyê vala kir

Qeyûmê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î hate tayînkirin, di nava mehekê de qaseya şaredariyê vala kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku hate desteserkirin û li şûna hevşaredarên HDP'î karmendekî dewletê bû qeyûm, nikare maeşên karkeran bide.

Qeyûmê ku di sala 2016'an de hate tayînkirin, di nava du salan de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku deynê xwe nebû bi 1.5 milyar TL'î xist binê deynan. Tevî deynê qeyûmê berê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î heman piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê xizmet ji navenda Wanê û hemû navçe û gundan re kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyekî ve  dest bi xizmetê kir li aliyê din jî deynên qeyûman da.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yek ji sê şaredariyên bajarên mezin e ku hikumeta AKP-MHP'ê di 19'ê Tebaxê de bi darbeyekê desteser kir. Di nava 45 rojan de şaredarî hate talankirin. Qaseya Şaredariyê di demeke kurt de hate valakirin. Qeyûm welê li şaredariyê kir ku nikare maeşê karkeran jî bide. Bi dehan karker bêheqdest ketin destûrê.

Karkerên ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitin, diyar kirin ku serokên daîreyan bi wan re axivîn û gotin, "Hûn li vir bixebitin jî nexebitin jî em nikarin maeş bidin we. Di qaseya şaredariyê de pere nîne. Eger hûn dixwazin bêpere li vir bixebitin, hûn naxwazin jî biçin mala xwe."

PERFORMANSA XWARINÊ YA QEYÛMAN

Enqazê ku qeyûman li pey xwe hiştin, piştî HDP di hilbijartinên xwecihî de bi ser ket eşkere bûbû.

Qeyûmê Amedê Cûmalî Atîlla şîrketa şaredariyê bi 8 milyon û 766 hezar TL'î xistibû bin deynan. Eşkere bûbû ku di sê mehên destpêkê yên sala 2019'an de bi 255 hezar TL'î xwarin xwaribû.