Qeyûm 15 hezar dar hişk kir

15 hezar darên ku Şaredariya Rêya Armûşê ya DBP'yî li quntra çiyayê Erekê çand, ji ber qeyûmê dest daniye ser şaredariyê, hişk bûn.

Talan, hilweşandin û dijminatiya li Kurdan a bi destê qeyûman tê kirin, dewam dike.

Şaredariya Rêya Armûşê ya DBP'yî, li quntara çiyayê Erekê 15 hezar dar çandibû. Şaredariya DBP'yî, ji bo avdana vê daristanê jî sîstema jeneratorê çêkiribû û dora wê bi têlan hatibû girtin. 

Qeyûmê ku dest danî ser Şaredariya Rêya Armûşê, sîstema avdanê ku ji bo van daran hatibû çêkirin ji holê rakir. Ev yek jî bû sedem ku darên li vê daristanê hişk bibin.

Serokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kalçik diyar kir, ku 15 hezar darên bi berdêl û kedeke mezin a şaredariyê hatibû çandin, ji ber dijminatiya qeyûm hişk bûne.

Kalçik got, "Ev bûyer, cudahiya navbera şaredariya ekolojîk û feraseta kapîtalîst bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Nîşan dide bê çiqasî dijminê xwezayê û hevsengiya ekolojîk e. Qeyûm û rêveberên hatine wezîfedarkirin, piştî wezîfeya wan qediya wê tevî xizm û zarokên xwe li vî bajarî nejîn. Ji bo wan, xweza ne girîng e. Qeyûm û rêveberên ku hewa, ax û ava me her roj hinekî din gemarî dikin, sibe dema wezîfeya wan qediya wê ji vir biçin. Yê pirsgirêk û zehmetiyên ji ber vê yekê bikişînin, em û zarokên me ne."