Qetilkirina Akarselê li Mexmûrê bi meşekê hate şermezarkirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê meşeke girseyî li dar xistin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora kovara Jineojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel, îro ber destê nîvro li ber mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe rastî êrîşeka çekdarî hat. Akarsel di êrîşa çekdarî de şehîd bû. Ji bo şermezarkirina qetiltikirina Akarselê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) meşeke girseyî li dar xistin û qetilkirina Akarselêbi tundî şermezar kirin. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin û heta ber derê Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana jinan" hatin berzkirin.

Li ber avahiya NY’yê ji bo Akarselê deqeyek rêz hat girtin û piştre daxuyanî hat dayîn. Endama Kordinasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tokê metna daxuyaniyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em di serî de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Bi dehan hevalên me li Silêmaniyê bi destê sîxûr û xwînmijan hatine şehîdkirin. Îro jî hevrêya me Nagîhan bi rêbazeke qirêj hat qetilkirin. Em gelê Mexmûrê qetilkirina Şehîd Nagîhanê bi tundî şermezar dikin.

Ev rûreşiya rêveberiya Başûr dide diyarkirin. Çawa dibe ku em li bajarên xwe tên qetilkirin. Rêveberiya Başûr hevkarê wan kûjer û sîxûran e. Em bang dikin, dest ji vê xiyanet û sîxûrtiya xwe berdin. Hevrê Nagîhan xizmetkara gelê xwe bû. Tevahiya jiyana xwe ji bo gelê Kurd bexşand. Em bi hevrê Nagîhanê serbilind in. Nagîhan, temsîla jina azad bû. Her wiha hevrêya me tevahî jinan bû.

Wê xwînmij û xiyanetkar hesab bidin. Divê demildest kûjer bên cezakirin. Li her derê cîhanê jin li ser piyan in û wê li ijî van bûyeran li qadan bin. Em gelê Mexmûrê tevahiya xiyanetkar û xwînmijan bi tundî şermezar dikin û em jin soz didin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin. Wê berxwedana li Îmraliyê bibe rêya me û em ê bi berxwedana Îmraliyê xwedî li xeyalên Şehîd Nagîhanê derkevin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azad", "Bimre xiyanet", "şehîd namirin" û "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.