Qereqola ku nû dihate çêkirin, bû hedefa hawanên gerîla
Hêzên gerîla bi hawanan li qereqola ku li gundê Aynava yê Geverê dihat çêkirin, xistin.
Hêzên gerîla bi hawanan li qereqola ku li gundê Aynava yê Geverê dihat çêkirin, xistin.
Li gorî agahiyan, hêzên gerîlayên HPG'ê roja 13'ê Cotmehê saet di 17:00 de bi hawanan li hemberî qereqola li gundê Aynava yê navçeya Gever a Colemêrgê dihate çêkirin, çalakî pêk anîn.
Gelek hawan li qereqolê ket, lê li ser hejmara mirî û birîndarên leşkerên Tirk agahiyeke zelal bi dest neket.
HPG'ê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.