Qerdiyanan derb li girtî da, doktor pesnê qerdiyanan da

Li Girtîgeha Şakranê 15 qerdiyanan li girtiyekî edlî dan. Doktorê girtîgehê rapora derblêdanê neda û got,''Tiştek nabe.''

Li Izmîrê Girtîgeha Girtî ya Tîpa Ty'ê ya Nimro 3 a Şakran  Alîagayê 15 qerdiyanan li girtiyê edlî yê bi navê Burhan Ozmur dan, doktorê girtîgehê rapora derblêdanê neda.

Girtiyê bi navê Ozmuş bi rêya telefonê ji malbata xwe re got ku 15 qerdiyanan bi hev re lê dane.
Li ser vê bavê Ozmuş  Cîhan Ozmuş derheqê qerdiyanan gilî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Li ser vê Dozgeriya Komarê ya Izmîrê îfadeya girtî Ozmuş stand.

Ozuş di îfadeya xwe de got doktorê girtîgehê ti rapor û kazexek pê nedaye îmzekirin, jê re gotiye, ''ê ku li te dane tiştek bi wan nayê'' û ew ji odeyê derxistiye. Ozmuş got hemû hevalên wî dîtine ku çawa bêvila wî, guhê wî weriandine û şîn û reş kirine.