Qendîl wê ji Newrozeke bi coş re malovaniyê bike

Newroz wê li Qendîlê bi beşdariya hunermendên ji sê parçeyên Kurdistanê bê pîrozkirin.

Li gorî agahiyên ku Komîteya Amadekar parve kir, pîrozbahiya îsal a Newrozê ya li Binarê Qendîlê wê 21'ê Adarê saet di 11:00 de dest pê bike.

Hunermendên ji sê parçeyên Kurdistanê wê tevlî pîrozbahiya îsal bibin.

Li gorî agahiyên ku komîteyê ragihand, hunermend Diyar Dersim, Nasir Rezazî, Jîna Seqizî, Şîlan Osman, Çopî Fetah, Bextiyar Saleh û komên govendê wê derkevin ser dikê.

Komîteyê bang kir ku Newroza îsal bi ruhê serketinê yê Garê bê pîrozkirin.