Qendîl û Xakûrkê hatin bombekirin

HPG'ê diyar kir 10'ê Adarê balafirên şer ên TC'ê ya dagirker Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê êrîşên hewayî ya 10'ê Adarê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

"10'ê Adarê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Balafirên şer saet di 12'an de qada Kalatûka, Girên Savaş û Hîva yên Qendîlê, saet di 13'an de qada Goşîne ya herêma Xakurkê û saet di 16'an de jî qada Sininê ya herêma Xakurkê bombe kirin.
Ji ber êrişê li herêma Xakurkê 3 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."