Qendîl ji bo Newrozê amade ye

Hemû amadekariyên ji bo Newroza Binarê Qendîlê li ber qedandinê ye. Çavê her kesî li pîrozbahiya li Qendîlê ye.

Ji bo şahiya mezin a Qendîlê ku wê 21'ê Adarê bê lidarxistin amadekarî li ber qedandinê ne. Ji niha ve gelek kesî berê xwe dane qadê û çavê her kesî li wê kêliyê ye agirê Newrozê li Qendîlê bê pêxistin.

Komîteya Amadekar a Newroza Binarê Qendîlê xebatên xwe yên li qadê gihandine ber qedandinê û li benda şahiya girseyî ye. Her wiha qadeke berfireh a şahiyê hatiye amadekirin û li ser wî esasî jî xebatek mezin dewam dike.

Lûtkeyên serbilind ên çiyayên Qendîlê bi berfê hê spî ne û xwezaya wê jî ji nû ve pişkên xwe vedike.

Hevşaredarê Binarê Qendîl Mihemed Hesen li ser amadekiyên Newrozê axivî û diyar kir ku hemû amadekarî li ber qedandinê ne û got: "Werin em bi hev re agirê Newroz Qendîl pê bixin. Bang li gelê xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin, bi taybetî gel Başûr dikin ku bi girseyî tevlî şahiya Newrozê bibin. Dirûşma Newrozê ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hêvîdarin ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya Rêber Apo, azadî ji bo Kurdistanê û girtiyên siyasî."