Qeledizêyî: Walîtiya Silêmanî mafê Goran e

Omer Qeledizêyî, ku weke Waliyê Silêmanî hate wezîfedarkirin got, walîtî mafê Goran e.

Omer Ehmed Emîn (Omer Qeledizêyî) ku duh bi biryara Wezareta Karên Hundir a Başûrê Kurdistanê ji bo Walîtiya Silêmanî hate wezîfedakirin, beriya dest bi wezîfeyê bike daxuyaniyek da çapemeniyê. Qeledizêyî diyar kir ew bi wekîlî hatiye wezîfedarkirin û got, walîtî mafê Tevgera Goran e.

Qeledizêyî li Walîtiya Silêmanî civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Piştî îstifaya Serdar Qadir, li gorî qanûnê hatim wezîfedarkirin. Bi biryara Wezareta Karên Hundir ferman ji min re hate dayÎn ku walîtiyê bikim. Divê YNK û Goran vê pirsgirêkê di nava xwe de çareser bikin. Mafê walîtiyê yê Goran e. Dema ku Tevgera Goran yek ji bo walîtiyê diyar kir, ez ê wezîfeyê radestî wî bikim. Ez bi biryarekê hatim ser wezîfeyê, dîsa bi biryarekê ez ê biçim."

Serdar Qadir ê ji lîsteya Tevgera Goran Walîtiya Silêmanî dikir, roja 2'ê Nîsanê daxuyaniyek da bû û diyar kiribû, ku ji ber 'bê erkiyê' wî îstifa kiriye.