Qasim Şeşo yê PDK'yî dîsa ji Şengalê reviya

Aloziya referandûmê ya navbera Başûrê Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê, bandora xwe li Şengalê jî kir. Tê gotin, Qasim Şeşo yê PDK'yî piştî ku bi Heşdî Şabî re rûnişt ji herêmê reviya ye. Şeşo, sala 2014'an di dema êrîşa DAIŞ'ê de jî ji Şengalê reviya bû.

Hêzên Heşdî şabî, ku piştî referandûma 25'ê Îlonê li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi hewldana dagirkeriyê kir, tê gotin, tevî Kerkûkê li Şengalê jî ketiye nava liv û tevgerê.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, hêzên Heşdî Şabî du roj berê bi berpirsyarê pêşmergeyên li Siba Şêx Xidir û Til Qeser Qasim Şeşo yê PDK'yî re rûniştine û ji wan xwestine, ku çeperên xwe yên li herêmê biterikînin.

Li van herêmên navborî hê şer derneketiye. Lê Qasim Şeşo ji herêmê reviya. Tê gotin, ku hêzên pêşmerge hê li herêmê ne.

Yek ji berpirsyarên pêşmergeyên PDK'ê yên li Şengalê Qasim Şeşo, dema ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir, di ser Rojava re reviyabû Zaxoyê û gelê Şengalê di nava lepên DAIŞ'ê de hiştibû.