Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî têne bombekirin

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 18 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 2 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û tankan bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 18 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 2 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û tankan bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

1'ê Cotmehê saet di 08:00, 12:30 û 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Agir xistin.

1'ê Cotmehê saet di 10:30'î de li qada Berxwedanê ya Sîdayê dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Şehîd Agir bûn hedefa 2 çalakiyên sûîqestê yên tîmên me yên bi tevger. Di çalakiyan de ku li hemberî hedefên taybet hate kirin 2 dagirker hatin cezakirin, ku yek jê payebilind bû.

1'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a li Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger piştî ku dagirker xistin bin kontrolê, bi çekên giran lê dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

1’ê Cotmehê çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Şikefta Birîndara, çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Saca, çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Çemço û çeperên şer ên Şehîd Agir ên li Qada Berxwedanê ya Sîda, 10 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatiye bombekirin. Di heman demê de dagirkeran madeyên plastîk û lastîkên wesayîtan li ber çeperên şer ên Şehîd Agir şewitandin û dûmana jehrê arasteyê çeperên şer kirin.

Di 1’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda 8 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 1’ê Cotmehê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Di 1’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Çemço, Saca, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 47 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

1’ê Cotmehê Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi dehan caran bi obus û tankan hatiye bombekirin.

Di 1 û 2’ê Cotmehê de balafirên keşfê li ser Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Karker, Saca, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê geriya ye.

ÊRÎŞÊN ÎRANÊ

Di 1’ê Cotmehê de qadên Girê Berbizinê û Hornê yên Goşînê yên girêdayî herêma Xakurkê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hatin bombekirin."