Prof. Fîncanci der barê cenazeyên li tipa edlî axivî

Pispora Tip a Edlî Prof. Fîncanci der barê cenazeyên li tipa edlî axivî û got, "Cenaze hatine tespîtkirin, şopa tiliyan hatine wergirtin, ti guman nîne û hîn jî di DNA'yê de israr dikin. Wê demê ev yek hewldanek ji bo acizkirina wan malbatan e."

Li Saziya Tipa Edlî cenazeyên PKK'iyan bi bahaneya 'tespîtkirina nasnameyên wan' bi mehane radestî malbatên wan nayên kirin.

Pispora Tipa Edlî û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Prof. Şebnem Korûr Fîncanci der barê mijarê ji ANF'ê re axivî.

Fîncanci bal kişand ser girîngiya lêkolîna DNA'yê û anî ziman, ji ber ku hin deman cenazeyên şaş ji malbatan re hatin dayin.

Fîncanci diyar kir, ji ber ku lêkolîna DNA'yê hemû li Stenbolê tê kirin, ev kar li Tirkiyeyê bûye pirsgirêkek.

Fîncanci ragihand ku di demên herî dijwar de jî cenaze di nava hefteyekê de radestî malbatên wan dihatin kirin û anî ziman, mîna ku di mînaka Mucahît Yİlmaz de tê dîtin ku rawestandina cenaze ji 46 rojan bi niyeteke nebaş e.

Fîncanci got, "Protokola Mînnesotayê eşkere ye û destnîşan dike ku divê malbat di vê pêvajoyê de zerarê nebînin. Cenazeyên ku bi amûrên din hatine tespîtkirin an jî guman nîne, hingî divê radestî malbatan bên kirin. Cenaze hatine tespîtkirin, şopa tiliyan hatine wergirtin, ti guman nîne û hîn jî di DNA'yê de israr dikin. Wê demê ev yek hewldanek ji bo acizkirina wan malbatan e. Ji ber ku ev yek dibe sedem ku hîn bêhtir bikevin rewşeke zehmet hingî êşkence ye."

Fîncanci destnîşan kir ku malbatên di vê mijarê de mexdûr in dikarin gilî bikin û got, "Divê Protokola Mînnesotayê bê pêkanîn. Dema ku ev yek hate kirin wê bê tespîtkirin ku di lêpirsînê de lêkolîna DNA'yê pêwîst e yan na. Di vê der barê de dikarin gilî bikin."