Polîsên Tirk li Amedê jî êriş birin ser HDP'iyan

Rêxistina HDP'ê ya Amedê betalkirina wekîltiya 3 parlamenteran bi daxuyaniyekê şermezar kir. Lê belê polîsên Tirk êriş birin ser çalakgeran.

Ji bo şermezarkirina betalkirina wekîltiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglû, Rêxistina HDP'ê ya Amedê li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik daxuyanî da.

Hulya Alokmen Uyanik, diyar kir ku ev darbe û dijminantiya gelan e û got: "Heta niha me li dijî darbeyan serî netewand û ji niha û pê ve jî em serî natewînin. Darbekar wê biçin, em ê bimînin."

Piştî daxuyaniya Ûyanik, dirûşma 'Berxwedan jiyan e' hate qîrîn. Polîsên Tirk piştre êrişî gel kirin. Koma ku li nava avahiya bajêr dixwest piştgiriyê bide dauyaniyê, bû hedefa êrişa polîsan.

Di navbera polîsên ku hewl dan bikevin hundirê avahiyê û endamên HDP'ê de alozî derket. Polîsên ku êriş birin ser avahiya partiyê, ji bo kesên di hundirê avahiyê de dernekevin derve demeke dirêj li ber derî sekinîn.

Girtina parlamenterên HDP'ê li navçeyên Yenîşehîr, Sûr, Peyas û Rezanê hate şermezarkirin.