Polîsên Tirk kêlên gorên gerîla û endamên YPS’ê şikandin

Polîsên Tirk li Goristana Yenîkoyê kêlên gorên gerîlayên HPG’ê û endamên YPS’ê şikandin.

Li Goristana Yenîkoyê ya Bexlar a Amedê gorên şervanên HPG’ê û YPS’ê ji hêla polîsên Tirk ve hatin xirakirin. Kesên ku dîtin ku kêlên goran hatine xirakirin parçêyên kêlên goran dane hev. Hin welatiyên ku rewşa goran dîtin jî helwesta xwe nîşan dan.

Li gorî agahiyan beriya bi çend rojan hin polîsên sivîl ên ku hatine goristanê ji peywirdarê goristanê re gotine çi kêlên ku nivîsa ‘gerîla’,’şehîd’ hatine nivîsîn wê werin şikandin. Hate diyarkirin ku polîs berê sibehê hatine goristanê û kêl şikandine. Hin malbatên ku bi bûyerê hisitan hatin goristanê. Malbatan gotin miriyan jî rehet nahêlin û ev tişta ku hatî kirin di ti dînî de nîn e.

Di van demên dawî de hin hesabên medyaya civakî digotin, ‘li navenda Amedê goristana PKK’ê heye’ û goristan hedef nîşan dan. Beriya niha jî ziyan dabûna gorên endamên HPG, YPS, YPS-Jinê.