Li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Amedê meşek pêk hat.
Parlamenter, hevşaredar û çalakgerên tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn ya li Kolana Lîseyê, piştî daxuyaniyê ber bi qada Deriyê Çiyê ve dest bi meşê kirin.
Girseya gel bi dirûşma "Amed ranezê, li îradeya xwe bibe xwedî" meşiya û esnafên li derdorê jî piştgiriya xwe nîşan dan.
Polîsên Tirk bi TOMA'yan êrîşî çalakgeran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê li kolana Lîseyê 5 kes, her wiha li Ofîsê jî derdora 10 kes hatin destgîrkirin. Polîsan her wiha li rojnamevan Hayatî Yildiz û Bêrîtan Canozer xistin ku çalakî dişopandin.