Polîsên Tirk avêtin ser malekê û pihîn li jineke ducanî xistin

Polîsên Tirk avêtin ser maleke li Êlihê û bi pihînan li jineke du canî û jineke pîr xistin. Jina ducanî got, pihîn li zikê wê xistine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsên Tirk sibeha 13'ê Nîsanê avêtin ser mala Îlyas Çetînkaya ya li taxa Korik a Êlihê ye. Dayika Çetînkaya Besna Çetînkaya (65) ku ji bo nimêjê hişyar bûbû, hewl da derî veke, lê polîsên Tirk derî şikandin. Çekdarên dewleta Tirk berê tivingê dan dayika Çetînkaya, ew li erdê dirêj kirin û bi pihînan lê dan. Di dema serdegirtinê de hevsera Îlyas Çetînkaya Aslihan Çetînkaya (23) jî li malê bû. Çetînkaya ji polîsên Tirk re got ku bi pênc mehan ducanî ye, lê tevî vê yekê jî polîsên Tirk li wê dan.

Dayika Îlyas Çetînkaya Nesna Çetînkaya qala hovîtiya ku li wan hate kirin kir: "Kurê min li gundên Dihê yê Sêrtê şivaniyê dike. Serê sibê polîsan bi ser mala me de girtin. Deriyê mala me şikandin û ketin hundir. Destûr nedan ku ez derî vekim û şikandin. Çawa ketin hundir bi çekan li me dan. Dema polîsan kurê li min pirsîn, min got şivan e. Çek pirsîn. Li me dan û her der serûbin kirin. Ez giliyê hemûyan dikim."

Hevsera Îlyas Aslihan Çetinkaya jî diyar kir ku ew 5 meh in ducanî ye û got: "Dema ez li erdê bûm pihîn li zikê min xistin. Laşê min reş û şîn kirin. Ez 5 meh ducanî me. Li malê 2 zarokên din hebûn, ew jî pir tirsiyan."