Polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP'ê ya Wanê
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê û Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Ahmet Aygun binçav kirin.
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê û Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Ahmet Aygun binçav kirin.
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê, ku li navçeya Rêya Armûşê ye. Di serdegiritnê de Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun û rêveberê bajêr Necmî Varhan hatin binçavkirin.
Piştî lêgerîna li avahiyê polîsên Tirk ji avahiyê derketin.