Polîsên ku lingê wan ketî solekê li malan li ‘tûnêlan’ digerin!

Li Cizîra Botan, polîsên Tirk ji tirsa li nava malan li tûnelan geriyan.

Li Cizîrê li malên nêzî qereqol û avahiyên fermî polîs li ‘tûnêlan’ geriyan.

Li Cizîrê ya Şirnexê polîsan li mal û kargehên li derdora qereolan û saziyên ferzmî û li ‘tûnêlan’ geriyan.

Di lêgerînê de polîsên tîmên taybet amade bûn û piştî ku li malan geriyan wêneyên malan hatin girtin. Polîsan xwestin hin bîrên li malan werin girtin û diyar kirin ku bi rengekî perîyodîk ew ê malan seh bikin.

Dewleta Tirk piştî çalakiyên bi bandor ên PKK’ê êdî nema dizane bê ka çi dike. Piştî çalakiya bombeyî ya li navçeya Rezan a Amedê ku 11’ê Nîsanê ji hêla HPG'ê ve li ser avaniyên dibistana polîsan pêk hatî lêgerînên wiha li Amedê jî pêk hatibûn.