Polîsên Elman li Hannoverê êrîşî Kurdan kirin: Birîndar hene

Li Hannoverê polîsan êrîşî kesên ku pêşwaziya otobusa ji Ocalan re azadî ya ji Strasborgê ketibû ser rê kirin.

Otubusa bi şîara “Prûkxaneya Ocalan-Ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî” ku bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 9’ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê ketibû ser rê, gihişît bajarê Hannover ê Elmanyayê. Ji bo otobusa ku duh di saetên şevê de gihişt bajêr, hat xwestin ku li pêşiya stasyona trenê ya mîtîngek bê lidarxisin. Polîsên Nannoverê bi hinceta rêwiyên otobusê tîşortên ku wêneyên Ocalan li ser in, êrîş bire ser Kurdên hatin pêşwazîkirinê.

Hat ragihandin ku di êrîşê de birîndar hene, di encama qîrkirina dirûşman a girseyê êrîş bi dawî bû. Lê hê jî alozî dewam dikin.

Otobusa ji Ocalan re azadî piştî Elmanya, Avûstûrya, Swîsre, Fransa, Belçîka, Hollanda, Danîmerka û Siwêdê û şûnde li Paytext Berlîn a Elmanyayê bû.