Polîsê ku bi wesaîta zirxî du zarokên Kurd qetil kir, hate girtin

Polîsê Tirk ê ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep du zarokên Kurd qetil kir, ji ber nerazîbûna zêde ya civakê hate girtin.

Di şeva 3'ê Nîsanê de, wesayîteke polîsan a bi tîpa Akrep, ku li taxa Karşiyakayê li dewriyê digeriya, li mala ku birayên Yildirim lê bûn, ket. Wesayîta zirxî dîwar hilweşand, ket hundirê xanî û pê li Mûhammed Yildirim ê 7 salî û Fûrkan Yildirim ê 6 salî kir. Her du bira li vê derê jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin, ajokarê vê wesayîta zirxî hatiye girtin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê, ku ji bo hêzên dewletê sîstema cezakirinê naxebite, bi taybetî di demên dawî de hêzên dewletê sûcên gelekî giran kirin. Gelek bajar û taxên Kurdan hatin hilweşandin û bi sedan sivîl hatin kuştin. Ji ber van sûcên giran, rayedarekî dewletê nehatiye darizandin.