Polîsan rê nedan ku cenaze jî bê şûştin, êrîşî gel kirin

Polîsên ku bi darê zoarê cenazeyê Helîn Bolek birin Goristana Ferîkoyê, şûştina cenaze jî asteng kirin. Êrîş birin ser yên ku xwestin tevlî merasîmê bibin û hatin destgîrkirin.

Polîsan merasîma dihate plankirin ku ji bo endam Grûp Yorm Helîn Bolek a di roja 288 a rojiya mirinê de duh li Stenbolê jiyana xwe ji dest da bê kirin, astengk kir. Cenazeyê Bolek a li Mala Berxwedanê ya li Taxa Armûtlû ya Sariyerê, ji bo di saetên sibê de bînin Mala Cemê ya Okmeydanê ketin ser rê. Lê polîsên ku pêşiya wesayîta cenaze girtin, cenaze birin Goristana Ferîkoyê.

DAXWAZA MALBATÊ HATE ASTENGKIRIN

Polîsên ku li gel wesayîta cenaze rê da tenê wesayîtek bikeve qadê, daxwaz kir ku cenaze bê veşartin. Malbatê anî ziman ku ji ber cenaze nehatiye şûştin divê bibin Mala Cem ya Okmeydanê û piştre defin bikin. Daxwaza malbatê ji aliyê polîsan ve hate redkirin. Malbat cenaze bê ku bişûn bibin goristanê û dest bi karê definkirinê kirin.

Polîsên ku hemû deriyên goristanê girtin, rê neda ku girseya tevlî merasîmê ji bibin. Li ser vê polîsan êrîş bire ser girseya ku xwestin bimeşin. Di êrîşê de bi kêmanî 4 kes hatin destgîrkirin. Girse ber bi qada Okmaydanê ve meşiyan.