Polîsan li Xelfetiyê derî û paceyên malan teqandin
Li taxa Aftar a Xelfetiyê, polîsên Tirk avêtin ser 15 malan û derî û paceyên malan bi teqemeniyan teqandin.
Li taxa Aftar a Xelfetiyê, polîsên Tirk avêtin ser 15 malan û derî û paceyên malan bi teqemeniyan teqandin.
Li taxa Aftarê ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê, 12'ê Mijdarê saet di 03:00 de polîsan avêtin ser malan.
Bi îdîaya îxbara "endamê rêxistinê heye' bi gelek wesayitên zirxî polîsên tîmên taybet ketin nava taxê û derî û paceyên 15 malan bi teqemaniyan teqandin.
Polîsên ku malên ketin hundir serûbin kirin, mirovên li malan jî bi rû li erdê dirêj kirin û lêgerîn kirin, piştî 6 saetan ji taxê çûn.