Polîsan gora gerîlayê HPG'ê Tabak vekir

Polîsên Tirk gora gerîlayê HPG'ê Emrûllah Tabak bi hinceta 'DNA kêm e'' vekir, ku Tabak beriya bi 3 salan li Bedlîsê şehîd bûbû.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê ku 21'ê Adara 2017'an li bejahiya Bedlîsê di şer de şehîd bûbû, piştî ku mînakên DNA'yê yên ku malbatê dabûn li hev kirin li gundê Porê hatibû veşartin.

Polîsên Şûbeta TEM'ê yên bi ser Midûrtiya Emniyetê ya Bajêr ve duh hatin gund û bi hinceta ''DNA têrê nakin'' gora ku cenaze tê de bû vekir. Polîsan li gel doktorekî mînakên hestî û diranan standin û ji gund veqetiyan.

Malbata Tabak ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn, gotin beriya bi rojekê polîsan bi telefonê bi wan re axivîne û ew ê gorê vekin. Xizmên Tabak gotin polîsan ji bo mînaka DNA'yê ji malbatekê bang li yekî kiriye ku wer nexweşxanê û diyar kirin Tabak di qeydên fermî de sax xuya dike.

Xizman gotin, ''Cenazeyê me beriya niha bi encama DNA'yê dabûn. Armanca wan ew e ku bi saxî me bikujin, zilmê li me bikin.''