Polîsan avêtin ser avahiyên HDP'ê yên Amedê û navçeya Yenîşehîrê

Polîsên Tirk avêtin ser avahiyên HDP'ê yên rêxistina Amedê û navçeya Yenîşehîrê.

Bi îdîaya ku "Dokûmanên ne qanûnî lê hene" polîsên Tirk avêtin ser avahiyên HDP'ê yên rêxistina bajarê Amedê û rêxistina navçeya Yenîşehîrê. Avahiyên partiyê dorpêçkirî ne û lêgerîna polîsan dewam dike.

Di dema serdegirtinê de her du avahî bi gelek wesayitên zirxî û polîsan hatin dorpêçkirin. Deriyê avahiya HDP'ê ya bajêr ji aliyê polîsan ve hate şikandin. Destûr nayê dayin ku parlamenter û parêzerên HDP'ê bikevin hundirê avahiyê.

Deriyê avahiya navçeya Yenîşehîrê jî bi bendên polîsan hatin girtin. Ji bilî Hevserokên navçeyê Kasim Kaya û Remziye Sizici, rêveberên partiyê ji avahiyê hatin derxistin.

Lêgerîna polîsên Tirk a li avahiyên HDP'ê dewam dike.