Polîsan afîşa Demîrtaş a li avahiya HDP’ê rakirin

Polîsan li Kerboranê ya bi ser Mêrdînê li avahiya HDP’ê ya navçeyê wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û helbesta wî ya bi navê “Cesareta têger” rakir û Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê binçav kir.

Li Kerboranê ya bi ser Mêrdînê li avahiya navçeyê ya HDP’ê polîsan wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û helbesta wî ya bi navê  “Cesareta têger” a ku di girtîgehê de nivîsandibû bi biryara Serdozgeriya Mêrdînê rakirin.

Polîsan piştî ku afîş ji avahiyê rakirin, bi sedema ku afîş bi avahiya partiyê daliqandiye, Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê Yasîn Tûran binçav kirin. Tûran birin gerînendetiya emniyetê ya Kerboranê û li vê derê ew xistin lêpirsînê. Piştî lêpirsîna ji bo afîşê, Tûran zabitnameya lêpirsînê îmze kir û serbest hate berdan.