PKK: Wê hesabê Şengalê û Rojava hê zêdetir bê xwestin

Komîteya Rêveber a PKK’ê: ‘’ Divê her kes bi vê rastiyê zanibe: Piştî dagirkirina Cerablûs-Babê, êrîşa 24’ê Nîsanê ya li ser Şengal û Rojava, heqê têkoşînê dide ku PKK li her deverê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hebe û têbikoşe.’’

PKK’ê bal kişande ser êrîşên li ser Rojava û Şengalê û got: ‘’ Êdî hêzên HPG û YJA-Starê li kûderê hewceyî pê hebe wê li wir bin. Li dijî faşîzma DAIŞ’ê û AKP-MHP’ê wê li her qadê têbikoşe. Faşîzm li kûderê be PKK jî wê li wir be û di berxwedana dijî faşîzmê de wê her dem di asta pêşeng de be.’’

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ku bi balafirên şer li ser Rojava û Şengalê pêk anî daxuyaniyeke niviskî da.

PKK’ê di daxuyaniyê de got: ‘’Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku di referandûma 16’ê Nîsanê de ji gelên Tirkiyê ‘NA’ stand, şeva 24’ê Nîsan êli ser mekanê pîroz ê gelê me Şengalê û li ser Rojavayê Kurdistanê ku li dijî faşîzma DAIŞ’ê pêşeng e û keleh e, êrîşa hewayî pêk aniye, kozên YBŞ û HPG’ê û biryargeha YPG-YPJ’ê bi balafirên şer bombe kiriye. Beriya her tiştî em ên ku di vê êrîşa faşîst a hov de şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînin, em diyar dikin ku xwîna wan wê li erdê nemîne û hesabê wê jê zêdetir em ê bipirsin.’’

ÊRÎŞ BI PEJIRANDINA HÊZÊN GLOBAL Û HERÊMÎ PÊK HAT

‘’Ti şik û guman jê nîn e ku êrîşeke bi vî rengî bêyî agahî û destûra hêzên global û herêmî pêk nehatiye û nikare pêk were. Jixwe rêveberên AKP’ê ya faşîst jî têkildarî êrîşê gotine ku wan DYE, YE, Rûsya û PDK agahdar kirine. Di vê rewşê de em bang li hêzên têkildar dikin ku helwesta xwe zelal bikin û diyar bikin ku ew alîgirê kê ne. Li gel dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan- Devlet Bahçelî ne yan li gel Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad in? Li gel teror û qirkirina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ne yan li gel têkoşîna demokratîk a gelan in? Li gel El Qaîde û DAIŞ’ê ne yan li gel têkoşîna Kurd a azadiyê û demokrasiyê ne ku li dijî her cure qirkeriya faşîst didin? Êdî ne pêkan e ku li naverastê bimînin û herdu aliyan îdare bikin.’’

ÊRÎŞ DI SALVGERA QIRKIRINA ERMENAN DE PÊK HAT

PKK’ê di daxuyaniyê de li ser armancên êrîşê wiha got:

‘’Armanca êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê ya 24’ê Nîsanê a bi ser Şengal û Qereçoxê de pir vekirî ye. Êrîş di 24’ê Nîsanê de, di salvegera 102’an a qirkirina Ermenan de hatiye kirin; ji bo vê jî armanc dikin ku qirkirina Rêveberiya Îttîhat Terakkiyê domdar bikin û bi ser bixin. Êrîş piştî ku di referandûma 16’ê Nîsanê de dîktatoriya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ji hêla gelên Tirkiyê ve hatiye redkirin pêk hatiye; ji bo vê jî armanc dikin ku vê encamê veşêrin, balê bikişînin ser devereke dî, rewşa şer çêbikin, tevgera gel a antî-faşîst a ku pêk hatiye biçewisînin. Êrîş di demeke wiha de pêk hatiye ku li Reqqa û Mûsilê faşîzma DAIŞ’ê li ber tinebûnê ye; ji bo vê jî ev êrîş armanc dike ku faşîzma DAIŞ’ê biparêze û têkçûna wê asteng bike.’’

REWŞEKE NÛ YE

Diyar e ku êrîşa 24’ê Nîsanê ya li ser Şengal û Qereçoxê rewşeke nû ye û pêvajoyeke nû ya têkoşînê daye despêkirin. Ji ber ku HPG, YJA-Star û hêzên YBŞ’ê ku di qirkirina 3’yê Tebaxê ya faşîzma DAIŞ’ê de li ber xwe dan û gelê Kurd ê Êzîdî ji qirkirinê xilas kirin, kirine hedef, ev êrîş armanc dike ku qirkirina Êzîdiyan a ku DAIŞ’ê dayî destpêkirin bidomîne û bi ser bixîne. Ji bo vê jî berdewama êrîşa 3’yê Tebaxê û 3’yê Adarê ye. Jixwe rêveberên AKP, bi şêleke ku nobedarên dinyayê bin dibêjin, ‘’em ê destûrê nedin ku Şengal bibe Qendîla 2.’’ Lê rengê Şengalê wê çawa be ne dîktatoriya faşîst a AKP’ê lê gelê Şengalê wê biryarê li ser bide. Vî gelî jî vekirî diyar kiriye ku li ser bingehê xweseriya demokratîk bi azadî dixwaze bijî. Îro Kurdên Êzîdî bûne navenda bala mirovahiyê û destek ji wan re heye. Ji bo vê jî gelê Kurd û mirovahiya azad wê êrîşkariya faşîst-qirker a li ser Şengalê ti caran efû neke.’’

Bi êrîşa li ser Federasyona Bakurê Sûriyê jî, biryargeha YPG-YPJ’ê ya li Qereçoxê ya li Rojavayê Kurdistanê kirine hedef. Ev YPG, YPJ, ev 4 sal in bi pêşengbûna fedaî ya ku li dijî faşîzma DAIŞ’ê li ber xwe dide, sembola azadiyê ye ku di dilê gelê Kurd, Sûriyê û gelên Rojhilata Navîn de cihê xwe çêkirine. Ji bo jin û xortên ku ji Emrîka, Kanada, Ingilîstanê, Elmanya û ji çar hêlên dinyayê dixwazin li dijî faşîzma DAIŞ’ê şer bikin bûye biryargeha azadiyê. Ji bo vê jî êrîşa li ser briyargeha YPG-YPJ’ê êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê, êrîşa li ser Sûriyeya Demokratîk û mirovahiya azad e. Çawa ku van hêzan êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê bi têkoşîna hevpar têk biribin wê êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê jî efû nekin û têk bibin. Êdî ji bo YPG-YPJ’ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ew mafê ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê her cure berxwedanê nîşan bide, çêbûye. Em bawer dikin ku hêzên azadiyê yên navborî wê hesabê êrîşakariya faşîst a AKP-MHP’ê jê zêdetir bipirsin û heta ku hêzên faşîst ên dagirker nikaribin careke dî êrîşeke wiha bikin wê têkoşîna wêb idin.

DIVÊ PDK HELWESTA XWE DIYRA BIKE

PKK’ê di daxuyaniya xwe de li ser nêzîkatiya PDK’ê ya têkildarî êrîşê jî wiha got:

‘’Li vir bi taybetî jî rewşa PDK’ê balkêş e û divê helwesta xwe diyar bike. Ji ber ku piştî êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê ku pêşmerge jî kiribûn hedefa xwe, di daxuyê de ku li ser navê PDK’ê hatibû dayin, hatiye gotin, ‘’PKK bila ji Şengalê derkeve, êrîş ji ber sedema PKK’ê çêdibin.’’ Pir hişkere ye ku li şûna ku ji zordar û êrîşkaran re were gotin, ‘’Raweste, neke’’ berevajî berê xwe dide yên ku êrîş lê bûyî û dibêje, ‘’çima tu heyî, êrîş ji bo ku tu heyî tê kirin’’ ti mantiqê van gotinan nîn e û encameke wiha ku zordaran xurt bikin bi xwe re tînin. Li hêla dî jî, li gel ku jê agahdar e jî, gelo rêveberiya PDK’ê ji bo ku bikaribe bibêje, ‘’bila PKK ji Şengalê derkeve’’ ji êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê re ya li ser Şegalê gotiye, erê? Ev pirs hewce ye ku li ber raya giştî bersiva xwe bibîne. Em bibêjin faşîzma AKP-MHP’ê êrîşê tîne ser hebûna PKK’ê. Baş e, PKK çi îfade dike? Pir vekirî ye ku hebûna Kurdan û azadiya Kurdan îfade dike. Jixwe rêveberiya AKP-MHP’ê jî her demê vekirî dibêjin ku êrîşa li ser PKK’ê êrîşa li ser hebûna Kurd û azadiya Kurdan e. Baş e, naxwe hebûna PDK’ê çi îfade dike? PDK li kûdera hebûna Kurdan û azadiya Kurdan e?

Pir hişkere ye ku êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser Rojava û Şengalê û daxuyaniyên AKP’ê, PDK’ê yên piştî êrîşê di nav çarçoweya şerê psîkolojîk de ye û armanc dikin ku vîna gelê Kurd û dostên wan bişkînin. Lê faşîzma AKP-MHP’ê ku ev êrîş pêk anîne serdema xwe ya herî qels a di dîrokê de dijîn. Dîktatoriya Erdogan û Bahçelî li her qadê tecrîd bûne û hêza xwe bi girîng ji dest dane. Piştî referandûma 16’ê Nîsanê gelên Tirkiyê daxwaza îstîfakirina rêveberiya faşîst a navborî dike û heta ku ev rêveberî bikeve jî wê berxwedana demokratîk bidomîne. Di her qadê de gelê Kurd ê ku yekîtiya xwe pêk anî û hêza xwe kirî yek, wê pêşengiya xwe di vê berxwedana navborî de bidomîne.’’

ERÎŞ BERHEMA TÊKÇÛNÊ YE

‘’Êrîşên faşîst bi hovîtî ne û bi harbûnê ne, berhema qelsbûna mezin û têkçûnê ye. Ji bo vê jî şertên serketinê yên li dijî faşîzmê ji her demê bêhtir kemîlî ne. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dikin, bang li hemû rêxistinên Kurd ên welatparêz dikin ku hêza bikin yek û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ku hêza paşmêr a faşîzma DAIŞ’ê ne ya xwe bikin yek û têbikoşin. Jin-ciwan, ciwan-ixtiyar û gelê me yê li her deverê û bang li gelên Tirkiy3e dikin kul i dijî faşîzma AKP-MHP’ê bibin yek, derkevin kolanan û faşîzmê têk bibin.’’

ÊDÎ HEQÊ PKK’Ê HEYE KU LI HER DEVERÊ BE Û LI HER DERE TÊBIKOŞE

‘’Divê her kes bi vê rastiyê zanibe: Piştî dagirkirina Cerablûs-Babê, êrîşa 24’ê Nîsanê ya li ser Şengal û Rojava, heqê têkoşînê dide ku PKK li her deverê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hebe û têkoşînê bide. Lê baldariya mezin a ku PKK’ê heta niha nîşan dayî û bihistyariya wê bersiva xwe nedîtiye û li dijî dagirkeriya fermî a faşîst a hêzên TC’ê ya ku li Sûriyê û Iraqê pêk anîne, hêzên navdewletî nesekîne. Êdî hêzên HPG û YJA-Starê li kûderê hewceyî pê hebe wê li wir bin. Li dijî faşîzma DAIŞ’ê û AKP-MHP’ê wê li her qadê têbikoşe. Faşîzm li kûderê be PKK jî wê li wir be û di berxwedana dijî faşîzmê de wê her dem di asta pêşeng de be.

Li ser vê zemînê em careke dî şehîdên Şengal û Qereçoxê bi hurmet û minet bi bîr tîin, em bang li hemû gelê xwe û mirovahiya demokratîk dikin ku li dijî faşîzma DAIŞ û AKP-MHP’ê, li dor Şengalê û Rojava bibin yek û têkoşîna Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad geş bikin!’’