PKK: Têkoşîna me bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê didome

PKK: Tevgera me ya azadiyê û gelê me, îro li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, bi hêza ji Berxwedana Zindanê ya Mezin wergirtî û bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê têdikoşin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi wesîleya 35. salvegera çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Tevgera me ya azadiyê û gelê me, 14'ê Tîrmehê ku roja ragihandina biryara berxwedana navborî û destpêkirina wê ye, weke 'Roja Rûmetê ya Neteweyî' bi nav dikin û bibîr tînin."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî ye:

"Em di salvegera sih û pêncemîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de ne, ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de li zindana Amedê li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê hate kirin. Tevgera me ya azadiyê û gelê me, 14'ê Tîrmehê ku roja ragihandina biryara berxwedana navborî û destpêkirina wê ye, weke 'Roja Rûmetê ya Neteweyî' bi nav dikin û bibîr tînin. Li ser vê bingehê, em sih û pêncemîn salvegera Roja Rûmetê ya Neteweyî li gelê Kurdistanê û hemû hêzên demokratîk pîroz dikin, di şexsê Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de, ku faşîzm têk bir, berxwedana li zindanan silav dikin. Di salvegera sih û pêncemîn a şehadeta wan de, em hevrêyên xwe Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, ku milîtanên pêşeng ên partiya me ne û afirînerên serketina 14'ê Tîrmehê ne, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û armanca wan bi ser bixînin.

Weke ku tê zanîn, Berxwedana Zindanê ya Mezin ku di Newroza sala 1982'an de ji aliyê yek ji damezrînerên partiya me PKK'ê û endamê Komîteya Navendî hevrê Mazlûm Dogan ve hate destpêkirin, roja 17'ê Gulanê bi çalakiya lehengî ya Çaran dewam kir û bi çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi ser ket. Berxwedana lehengiyê ya navborî, ku bicihanîna xeta Apoyî ye, ruh û xeta çalakiya fedayî ya partiya me derxistiye holê. Damezrîner û Rêberê partiya me hevrê Abdullah Ocalan, Berxwedana Zindanê ya Mezin bi vî rengî pênase kiriye; 'Berxwedaneke ku ji her alî ve dikare xeta partiya me temsîl bike'. Bandora têrkeriya vê berxwedanê, îro bi rengekî şênber xwe nîşan dide.

Em baş pê dizanin, çalakiyên mezin ew çalakî ne ku dijmin jî rêz û hurmetê jê re digire. Di nava dîrokê de çalakiyên bi vî rengî yên mezin ên bindestan hene. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ya li zindana Amedê jî yek ji van çalakiyên mezin e. Ji ber ku mezinahiya xwe û serketina xwe, bi şefê darbeya leşkerî-faşîst a 12'ê Îlona 1980'î Kenan Evren daye qebûlkirin. Her wiha, bandoreke ewçend giran li faşîstê roja Îro Tayyîp Erdogan kiriye, ku li ber deriyê zindanê ew daye girî. Berxwedana Zindanê ya Amedê û Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin, bûye tirsa dilê her şêweyên faşîzmê.

'DI BINGEHA TÊKOŞÎNA ME DE 14'Ê TÎRMEHÊ Û BERXWEDANA ZINDANÊ YA AMEDÊ HENE'

Em gel û tevger baş pê dizanin, di bingeha hemû pêşketinên azadîparêz û demokratîk ên sih û pênc salên dawî de li Kurdistanê rû dan, Berxwedana Zindana Amedê û Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hene. Partiya me PKK'ê xwe li zindanan jî bi vê berxwedana mezin ispat kir û nîşanî her kesî da ku dikare dijminê faşîst-qirker têk bibe. Bi pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxa 1984'an û artêşbûna gerîla ya leheng re, ev berxwedana mezin derbasî çiyê hatiye kirin. Serhildanên gel û şoreşa vejîna neteweyî ku ji salên 1990'î û pê ve derketin holê, bandora vê berxwedanê li gel bû. Netewbûna demokratîk û rastiya gelê şervan bi saya vê berxwedana mezin derkete holê. Lehengîbûna ciwanan û destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Jinê li ser bingeha vê berxwedana mezin pêk hat. Şoreşa Azadiyê ya Rojava û berxwedana ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê bi ser ket, encama vê têkoşîna mezin e. Bandora Berxwedana Zindanê ya 1982'an û Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, îro jî mîna roja destpêkê teze û xurt e.

Tevgera me ya azadiyê û gelê me, îro li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, bi hêza ji Berxwedana Zindanê ya Mezin wergirtî û bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê têdikoşin. Li dijî êrîşa şerê taybet a topyekûn a faşîzma AKP-MHP'ê, li ser vê bingehê berxwedana demokrasî û azadiyê tê kirin. Xeta Rêber Apo a li zindana Amedê bi ser ket, xeta berxwedana şoreşgerî ye ku îro li her cihî esas tê girtin. Berxwedana canbexşane ya hevrê Hayrî, Kemal, Akîf û Alî û ruhê wan ê serketinê, rastiya milîtanê Apoyî ye ku îro li her derê der bûye. Tevgera me û gelê me, ev bû sih û pênc sal li dijî her şêwe êrîşên qirkirinê yên faşîst-qirker bi ruhê berxwedana fedayî ya 14'ê Tîrmehê li ber xwe dide û bi ser ketiye. Îro jî li dijî faşîzma DAIŞ'ê û AKP-MHP'ê bi heman ruhê berxwedanê yê fedayî yê 14'ê Tîrmehê têdikoşe û bi ser dikeve. Vê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya mezin ku li Kurdistanê di xeta lehengiyê de afirand, îro li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn belav dike. Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn, ku xwe dispêre biratî û yekîtiya gelan, gav bi gav ava dike.

Li ser vê bingehê, em careke din Roja Rûmetê ya Neteweyî ya 14'ê Tîrmehê li gelê xwe pîroz dikin, şehîdên nemir ên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hevrê Hayrî, Kemal, Akîf û Alî careke din bi rêzdarî bibîr tînin û bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jin û ciwanan dikin ku heta serketina şoreşa azadiyê ya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo, têkoşîna xwe bi ruhê serketinê û berxwedana fedayî ya 14'ê Tîrmehê bimeşînin."