PKK partiya şehîdan e, wê baweriya şehîdan azadiya gelê Kurd pêk bîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK maqameke fermanê ya şehadetan e û got “PKK partiya şehîdan e, wê pîvan û baweriya şehîdan, teqez azadiya gelê Kurd pêk bîn

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir di nav PKK’ê de her şehîd bi baweriyeke mezin a bi partî û hevrêyên xwe şehîd dibe û dizanin ku wê şehadeta wan di nav partî û têkoşînê de rê li ber geşedanên mezin veke.  Bayik got “Di têkoşîna şehîdan de taybetiya herî girîng ev e ku pîvanekê li partiyê zêde dikin, pîvana fedaîtiyê her dem geş dikin. Tişta ku serkeftinê tîne û têkoşînê geş dike, têkoşînê mayînde dike û nahêle ew têk biçe jî pîvan in. Heta ku pîvana şehîdan hebe wê têkoşîna me teqez bi ser bikeve.”

Beşa duyemîn a roportaja bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re ya bi wesîleya salvegera avakirina PKK’ê wisa ye:

RÊBER APO NE BI TENÊ KESEK E

Di navbera PKK û Rêber Apo de têkiliyeke çawa heye? Di nav PKK û geşedanan de ya ku wî ava kiriye hûn rol, mîsyon û pozîsyona rêbertiyê ya Rêber Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?

PKK berê bi navê Apoyî hatin naskirin. Ji gotina pêşîn a tevgerê şûnde Rêbertî mohra xwe li xeta îdeolojîk, teorîk û polîtîk xist. Di warê fikr, tarz, islûb, metod û tempoyê de feraset û karakterê wê Rêbertî diyar kir. Em wekî şopdar û kesên li ser fikra wî di nav tevgerê de me cih girt. Em xwendekarên zanîngehê bûn. Bandora fikrên sosyalîst ên wê demê li ser me hebû. Me pirtûkên li ser vî tiştî dixwend û pratîkên wê dişopand. Di warê doza Kurdan de jî kes û meylên xwedîfikir hebûn. Lê me li Rêbertî guhdarî kir, me fikrên wî rast dîtin. Di warê avabûna koma Apoyî û PKK’ê de, di warê beşdarî û mezinbûna wê de bandor û mohra Rêber Apo heye. Rêber Apo ne bi tenê kesek e, tişta ku ew şênber dike fikr, tarz, islûb, metod û tempo ye. Heke PKK mezin û geş bû, di vî tiştî de para rastbûna gava pêşîn mezin û diyarker e. Kok girîng e, cewher jî girîng e. Gewde, gulî û çiqil jî li gorî wê çêdibe. Ji ber vê zayîna pêşîn gelekî girîng e. Jixwe ji bo naskirina kes, civak û tevgerekê mirov li dem û serdema avabûna wê dinihêre. Ev rastiyeke sosyolojîk a zanistî ye. Tê gotin 7 salî çawa be, 70 salî jî wisa ye. Bêguman guherîn hene lê ew jî bi nîşandana bingehên taybet ên li ser koka wê dikare hebe. Hinek kes dibêjin çima Apo evqasî xwedî bandor e. Wî tevger afirand.  Wî fikr, teorî, stratejî, polîtîka û taktîka wê diyar kir. Em piştre tevlêbûn lê em jî bi van fikran rabûn. Ji aliyekî ve em dibûn teyisandina Rêber Apo. Bêguman ew wekî Rêber Apo nikarin bifikirin û têkevin pratîkê. Lê çi tiştên erênîyên me bi saya Rêber Apo pêk hatiye. Kêmasiyên me jî ji ber aliyên me yên naguherin.

Rêber Apo di nav tevgerê de her dem bû xwedî înîsîyatîf, afirîner  û pêngav da destpêkirin. Me hewl da em wî bişopînin û xeta wî pêk bînin. Jixwe li her derê heke kesek pêşketî û xwedî bandor be, ew mohra xwe lê dixe. Bêguman ked û tevkariya her kesî heye lê ew mohra xwe lê dixe. Ev jî rastiyeke dîroka mirovayetiyê û têkoşîna siyasî ya civakan e.

BI KESAYETÎ, HÊZA FIKRÊ Û KEDA XWE

PKK’ê bi milyonan kesan rakir ser pêyan û ew bi rêxistin kir. Li her çar parçeyê Kurdistanê û li dinyayê bandora wê zêde bû, têkoşîna gerîlayan xurt bû mezin bû. Hê dema koma Apoyî 3,5 10 û 20 kes bûn, di nav PKK’ê de bandor, rêzdarî û otorîteya demokratîk di vê astê de bû. Kemal û Hakî berê Rêber Apo nas dikin. Piştî ku Rêber Apo ji girtîgehê derdikeve, pirsgirêka wî ya mayîna li malekê derdikeve holê.  Mala ku Kemal û Hakî lê dimînin, tê pêşniyazkirin. Rêber Apo diçe wir. Kemal dema qala wê demê dikir, digot “Ji roja pêşîn ve bandor li me kir. Piştî hefteyekê ew bû rêveberiya malê, di nava mehekê de jî me fikrên wî qebûl kir” û taybetiyên bingehîn ên Rêber Apo datanî holê.

Rêber Apo ji roja pêşîn ve bi hêza xwe ya fikrê, taybetiya xwe ya rêbertiyê, bi rêzdarî, bi rola xwe ya li çareseriyê digere û pratîka xwe ya serkeftî derketiye pêş. Rêber Apo rola xwe ya di nav komê de bi kesayetî, hêza xwe ya fikrê û keda xwe bi dest xistiye. Hemû kesên tevlî nav komê bûne û kom nas kirine, rastiya Rêber Apo wisa dîtine. Rêber Apo her dem ji bo ku hevalên wî xwedî bandor û xurt bin, ew teşwîq kirine û alîkariya hewce daye wan. Jixwe tu heval tuneye ku li ba Rêber Apo û hêz jê nestendibe. Jixwe Rêber Apo digot, hevrêtiya rastîn ev e ku hevrêyên xwe xurt bike û eniya wan bigihîne stêrkan. Rêber Apo bi vî awayî  rastiya xwe ya Rêbertiyê, awayê rêveberiya PKK’ê û kadrotiya wê daniye holê.

BÊYÎ RÊBER APO EV TEVGER EVQASÎ GEŞ NEDIBÛ

Ev tişt bi eşkeretî dikare were gotin, Bêyî Rêber Apo ne ev tevger evqasî geş dibû û ne jî wê karibûya ji nav demên zehmet derketa. Piştî darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê PKK li ser pêyan ma û di 15’ê Tebaxê  dema pêngava gerîla da destpêkirin, ev tişt bi saya Rêber Apo pêkhat. Hevalên di zindanan de jî bawerî bi Rêber Apo anîn û wisa li ber xwe dane. Ruhê ku Rêber Apo ava kiriye, ew kirine berxwedêrên mezin. Rêber Apo digot şoreşa Kurdistanê zehmet e, kesên dikarin ji bin vê zehmetiyê derkevin wê karibin vê şoreşê bi rê ve bibin û ji ber vê hevrêyên di zindanan de di şertên herî giran de li ber xwe dane. Beriya ku şehîd bibin diyar kirine ku wê Rêber Apo teqez rêxistinê kom bike û têkoşînê geştir bike. Baweriya wan a ku wê Rêber Apo têkoşînê geş bike, gelekî zêde bû.

TU ZEHMETIYÊ PÊŞIYA RÊBER APO NEGIRT

Piştî 12’ê Îlonê kadroyên PKK’ê kişand qada Rojhilata Navîn, Lubnan û kampên Filîstînê. Li kampên Filîstînê ji bo gerîlatiyê perwerdehî hate dayîn. Di navbera salên 1980-1984’an de PKK’ê jî darbe ji faşîzma 12’ê Îlonê xwar. Lê xwekomkirin, rêxistinkirina PKK’ê ya wê demê bûye yek ji xebata rêbertiye ya herî mezin a di nav dîrokê de. Faşîzma leşkerî ya 12’ê Îlonê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê bûbû serwer, ji xeynî girtîgehan li tu derê tiştek nedihat kirin. Li Tirkiyeyê piraniya rêxistinên demokratîk û şoreşger hatibûn bêbandorkirin û hatibûn tasfiyekirin. Komên Kurdan jixwe piştî darbeya 12’ê Îlonê wekî ku qet komên wisa tunebû, hebûna wan jî nemae. Di nav PKK’ê de jî meylên tasfiyekar hebû ku digotin êdî nabe mirov vegere welat, têkoşîn nayê kirin û divê salên dirêj penaber be. Wana hewldanên Rêber Apo bi paş ve kişandin jî Rêber Apo tevî hevalên xwe partî kom kir û di warê amadekariya ji bo têkoşînê bi israr û biryar tevgeriya. Tu zehmetiyê pêşiya Rêber Apo negirt. Bi tarz, metod, islûb û tempoya xwe bi xebateke ku di dîrokê de kêm tê dîtin, xebat meşand.  Ji bo ku mêtingeriya qirker bide sekinandin û têkoşînê bide destpêkirin, zor da xwe, zor da ser hevalên xwe, bi derfetên biçûk gelek kar kir û afirandina nirxan ji xwe re kir esas.

HEWLDANEKE MEZIN NÎŞAN DA

Mamosteyên Rêber Apo digotin ‘Tu wekî ciwayê ye’. Vê gotina mamosteyên wî di tempoya wî ya salên 1980-1984’an de hate dîtin. Rêber Apo bandor û giraniya xwe di vê serdemê de danî holê û herî zêde di vê serdemê de rêbertiya xwe îspat kir. Ji ber ku ji xeynî tarza Rêber Apo di wê serdemê de komkirina rêxistinê û amadekariya ji bo têkoşînê ne mumkun bû.  Rêbertiyeke wisa ya xwedî hewldan bêguman wê xwedî bandor be. Rêber Apo digot kedê bidin, hewl bidin, encamê bistînin, hûn jî bibin xwedî bandor û bi vî awayî rastiya Rêbertiyê û esasê rêveberiyê datanî holê.

RASTIYA RÊBERTIYÊ YA KU BANDORA WÊ WINDA NABE

Rêber Apo heke 50 sal in xwedî bandor be, 23 sal in di girtîgehê de ye, digel vî tiştî bandora wî qet qels nebûye û berevajî wê her roj zêde bûye, ji kadroyan heta gel û dostan, hemû kes dibêjin Bijî Serok Apo û jiyana bê Rêbertî nabe,  herî zêde jin girêdayî wî ne, li dinyayê herî zêde ew tê reşkirin, li dijî wî xebat tên meşandin, li hemberî wî komploya herî mezin a navneteweyî pêk tê, ligel van tiştan jî heta niha bandora wî qet kêm nebûbe, ev tişt bi propagandaya ji bo Rêbertî pêk nayê. Bi saya fikr, hewldan û keda Rêbertî pêk tê.  Rastiya Rêbertî ya ku bi derziyê bîrê dikole, bi hilweşandina dijwariyan ve ava kiriye, hatiye asta ku tu hêzek nikare bandora wî ji holê rake. Li cem Rêbertî tiştekî bi navê astengî tune, dijwarî tune, bêderfetî tune, ev hemû tişt ji bo hilweşandinê ne û divê ew bigihîne armanca xwe. Rêber Apo di rastiya rêbertî de qonaxeke nû ye, lûtke ye. Kesên şoreşger jî kadro jî kesên dixwazin ji civakekê, gelekî û têkoşînekê re rêbertiyê bikin, di Rêbertî de dikarin hemû tiştên lê digerin bibînin. Rêber Apo abîdeyeke rêbertî û pêşengtiyê ye. Hemû jiyana wî bûye pirtûkeke rêbertiyê ya ku divê were xwendin.

RÊBER APO BI TÊKILIYEKE XURT GIRÊDAYÎ ŞEHÎDAN E

Yek ji rastiya ku ev geşedan ava kiriye keda şehîdan, têkoşîna wan û mîrateya wan a qehremantiyê ye. Di jiyîna van geşedanan de û di nav PKK’ê de rastiya şehîdan çi ye? Di nav PKK’ê de rola şehîdan çawa ye, çi li îro û dahatûyê zêde dikin?

Rêber Apo got PKK partiya şehîdan e. Wateya vî tiştî jî ev e ku her nirxa di nav PKK’ê de tê avakirin aîdî şehîdan e. Rêber Apo got ‘Ez berdevkê şehîdan im, şopdarê wan im, ez keda wan naxim bin pêyê tu kesî û nahêlim kes keda wan bixwe. Nasnameya têkoşîna wan, feraseta wan a jiyanê, pîvan û girêdayîna wan, armanca wan çi be ya PKK’ê jî ev e. Ji xeynî wê, tu kes nikarin tiştekî li ser me ferz bikin û bidin qebûlkirin’. Rêber Apo awayê nêrîna li PKK’ê û divê PKK çawa were dîtin, bi zelalî îfade kiriye. Yek sedema Rêber zêde xebitî, têkoşîneke mezin kir û nirxên mezin ava kir jî girêdayîna wî a bi şehîdan re ye. Bi şehadeta Hakî Karer re, êdî ev fikr bûye dozek, berpirsyariya me ev e ku em vê dozê bi ser bixin. Rêber Apo bi van gotinan nêzikbûna li şehîdan di girêdayîna şehîdê me yê mezin Hakî Karer de û di bersiva şehadeta wî de em dikarin bibînin. Partîbûn di serî de ji bo heval Hakî, ji bo bersiva kedê û geşedana li ser vê bingehê hatiye kirin. Di vî warî de partîbûn û avabûna PKK’ê ji bo pêkanîna hesretên şehîdan û armanca wan hatiye avakirin. Bêguman ji bo azadiya Kurdistanê û gelê Kurd ji qirkirinê were rizgarkirin ev partî hatiye avakirin. Lê yên ku an armancan bi zelalî datînin holê û yên teqez dixwazin pêk werin jî şehîd in. Şehadet û zehmetî çiqasî bin jî hewldana mezin a devjêberdenana vê armancê û pêkanîna wê ye. Rêber Apo wekî talîmata şehîdan partî ava kir, mezin kiriye û ketiye nav serkeftin û têkoşîna wê.

Bi şehadeta Hakî Karer re, ne bi tenê bûye bingeh û stûnê partiyê wekî şehadeteke ku çanda partiyê afirandiye û ruhê wê ava kiriye, di nav têkoşîna me de cih girtiye. Çanda PKK’ê, feraseta wê ya jiyanê û xeta wê ji Hakî Karer mirov dest pê bike, kombûna taybetiyên bingehîn ên hemû şehîdên me ne.

Nirxa herî bingehîn a ku Rêber Apo li PKK’ê zêde kiriye, awayê nêzbûna şehîdan û bersivdana wê ye. Bi awayekî adetî nêzî şehîdan nayêkirin. Ji bo Rêber Apo û PKK’yiyan ve her şehadet hinceta pêngaveke şoreşger e. Divê her şehadet bibe zemîn, bingeh û hinceta afirandina geşedanan. Bi vî awayî mirov dikare nêzî şehadetan bibe. Heke wisa nêzî şehadeta neyê kirin, di rastiya Rêber Apo de û di rastiya PKK’ê de wê bêhurmetiya herî mezin a li hemberî şehîdan be.

Her şehadet heke girêdayîna bi armancê bilindtir nake, ev tiştê tê wateya ku şehadet nehatiye watedarkirin. Nexwe nehatiye fêmkirin ku di nav PKK’ê de şehadet çi ye.  Di nav PKK’ê de şehadet ji rêveberiyê heta kadro û gel maqameke fermanê ye. Di nav PKK’ê de her şehîd bi baweriyeke mezin a bi partî û hevrêtiyê ber bi şehadetê ve meşiyaye. Ji ber ku dizane wê partî û hevrêyên wî armanca wî pêk bînin, ji ber vê jî her cure fedakariyê dike û ber bi şehadetê ve dimeşe. Dizane ku şehadet wê di di partiyê de rê li ber geşedanan veke, ew jî çalakiya xwe wisa watedar dike. Her sanîye û nefesa şehîdan wisa ye. Şehîd dema wisa ber bi şehadetê diçin û wisa difikirin, dema kadroyên PKK’ê jî vê wateyê didin şehîdan, têkoşîna ji bo bîranîna wan dikarin geş bikin.

ŞEHÎD PÎVANÊ AVA DIKIN Û WÊ BILINDTIR DIKIN

Di têkoşîna şehîdan de taybetiya herî girîng ev e ku pîvanekê li partiyê zêde dikin, pîvana fedaîtiyê her dem geş dikin. Tişta ku serkeftinê tîne û têkoşînê geş dike, têkoşînê mayînde dike û nahêle ew têk biçe jî pîvan in. Heta ku pîvana şehîdan hebe wê têkoşîna me teqez bi ser bikeve. Ji aliyê din ve di serkeftina gelek çalakî û xebatan de rola şehîdan diyarker e. Di têkoşîna gelê me de çavkaniya hêzê ya herî girîng şehîdên me ne. Serhildanên pêşîn ên di salên 1990’î de û gelek serhildanên piştre li ser esasê xwedîlêderketina şehîdan pêk hatiye. Gelê me bi serhildanan şehadet pêşwazî kirine. Serhildana Amedê ya di sala 2006’an de li ser esasê xwedîlêderketina şehîdan pêk hat. Di geşbûna têkoşîna me ya şehîdan de, roleke girîng lîstiye. Her şehadete têkoşîn geştir kiriye . Li Kurdistanê di her malbatê de şehîdek heye û yan jî ji xizmên wan hinek kes şehîd bûne. Li her gund û kolanê çend şehadetên têkoşîna PKK’ê hene.  Ev tişt rola şehîdan a di nav têkoşînê de nîşanî me dide. Şehîdên me ne kesên ku bi darê zorê leşkertiyê dikin in, yên ji bo fedaîbûnê tevlî nav têkoşînê didin. PKK partiya şehîdan e, pîvanên şehîdan û baweriya wan wê teqez azadiya gelê Kurd pêk bîne.

DI 50 SALAN DE GELEK KARÊN MEZIN HATIN KIRIN

Kadroyên we yên pêşîn ên ku hûn wakî koma îdeolojîk didin nasandin li Tirkiyeyê li hev kom bûn û piştre we berê xwe dan Kurdistanê.Bi tecrubeya Şoreşa Rojava û berxwedana Şengalê re,  berxwedan ji Kurdistanê diçe herêmê û dinyayê. We di wan rojan de ev tişt texmîn dikir? Hûn vê geşedana mezin çawa dinirxînin, ev rewş çi bi we dide hîskirin?

PKK hê ji gotina xwe ya pêşîn wekî hêzeke fikreke cihê û komekê ava bû.  Hê komeke 10-15 kesî bû, îddîaya wê mezin bû. Ji ber vê jî rêxistinên din ji îddîaya koma Apoyî bawer nedikirin. Dema ku komeke biçûk bû û me digot em ê li dijî dewlet Tirk têbikoşin û Kurdistanê azad bikin, henekê xwe bi me dikirin. Hinekan digotin ev dîn bûne. Ji xeynî me tu kesên din bawer nedikirin wê kom mezin bibe, têkoşîneke wisa bike û rê li ber geşedanên mezin veke. Li gorî wan wekî gelek koman wê Apoyî jî di nava demeke kurt de bêbandor bibin. Jixwe zelal e ku dewletê jî di destpêkê de ev kom cîddî nedigirt. Bala wê li ser komên din bû.

Koma me li ser vê îddîayê bû. Lê em hemû wekî Rêber Apo di nav wê baweriyê de bûn ku wê ev geşedan di nava demeke kurt de pêk were, ez baş nikarim ji vî tiştî re bibêjim erê. Îddîaya me hebû, me bawerî pê dianî ku wê koma me wekî komeke şoreşger bi pêş ve biçe. Li ser zemîna koma me, me zêde bawer nedikir ku komên din geş bibin. Îddîa, coş û heyecana me hebû. Daxwaza me ya geşkirin û xurtkirina komê gelekî zêde bû. Ji van aliyan ve koma me hê komeke biçûk bû, xwedî taybetmendiyên şoreşger bû.  Taybetiya Rêbertî ya wekî ciwayê di koma me de jî dihat dîtin.  Îspata herî mezin a koma me ev bû ku tişta ku me jê bawer dikir, mirovên normal bawer nedikirin. Ji aliyê din ve me ferqa xwe ya bi komên din diyar dikir. Me bawerî bi gotinên xwe dianî û wisa dixist pratîkê. Koma me zindî, bi coş û heyecan bû lê dîsa jî di navbera me û Rêbertî de mesafe hebû. Rêbertî diyar dikir ku gumanên wî hene vê hedefa mezin , vê têkoşîna mezin û dijwar gelo wê bi komê pêk were yan na? Rêber Apo ji me zêdetir hay ji rastiya dijmin û dijwariyan hebû. Dizanî ku şoreşa Rojava, ji şoreşên din cihêtir e û dijwartir be. Carinan difikirî ku gelo wî ew bîr çiqasî daye fêmkirin û em çiqasî hay ji ferqa vê cîddîyetê ne.

Rêber Apo pêşengekî şoreşger e. Rêberekî wisa ye ku xwe li gorî şertan bi sînor nake û bawer dike ku bi derfetên biçûk geşedanên mezin pêk bîne. Zêde ji tarz, metod, islûb û tempoya xwe bawer dike. Jixwe ne ji van taybetiyên wî bûna, di wê zemîna rastiya civakî de, wê nikaribûya fikrên bi îddîa daniya holê. Rêber Apo bawer dikir k ev têkoşîn wê di nava demeke kin de geş bibe. Dema ku li Enqereyê di nav zemîna zanîngehê de hejmar bû 10-15 kes, biryar da ku xebatan êdî li Kurdistanê bimeşîne.  Bawer dikir ku heke kadroyek biçe cihekî wê bikaribe li wir geşedanekê bike. Li gor fikra wî divê têkoşîna gerîlayan a li Kurdistanê derengî nekeve.  Di avabûna PKK’ê de, di geşedanên qada civakî de biryara divê ev tişt bi rêxistineke profesyonel ango bi partiyê bimeşe û pê re jî divê şerê partî şerê gerîla bi rê ve bibe. Jixwe bi şehadeta Hakî re, dema ku xebatên avakirina partiyê hate kirin li dijî kes û saziyên sîxur ên pêşiya rêxistinkirinê digirin, kete nav têkoşîneke şoreşgerî.

Me bawerî pê dianî ku wê bi têkoşîna PKK’ê re hin geşedan pêk werin lê wê demê em nedifikirin ku wê geşedan çawa bin. Ev rastiyek e, fikra wê geşedan pêk were û dîtina van geşedana gelekî ji hev cihê ne. Tevgereke şoreşger bêguman ew ê hedefa wê mezin be. Rêber Apo digot kesên hedefa wan mezin e, wê hewldan, têkoşîn û tempoya wan jî mezin be. Lê qaîdeyeke wisa tuneye ku wê her îddîa pêk were. Ji bo îddîayê tarz, tempo, islûb û têkoşîn hewce dike. Hinek rêxistinan nekarîne vî tiştî bikin. Ji vî alî ve îro afirandina van geşedanan tê wateya pêkhatine hesret, hest, hedef, armanc û bernameyên me. Ev ji bo serbilindî ye. Serkeftineke mezin e ku em li ser soza xwe sekinîn, me da dû îddîaya xwe, me 50 salan têkoşîna xwe bênavber domand û heta vir anî. Lê ev tişt jî heye me dikaribû serkeftinên mezin bi dest bixista. Derfet û firsendên vî tiştî jî pêk hatibû. Divê em vî aliyê xwe jî rexne bikin. Digel ku qelsî û kêmasî hene jî, PKK’ê karên mezin kir. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê anî vê astê. Heke ne ji têkoşîna PKK’ê bûya, em dev ji avabûna van geşedanan berdin wê tevgerên siyasî yên niha jî tune bûne. Îro bi saya geşedanên têkoşîna PKK’ê ya nîvsedsalê û di vê zemîna siyasî de gelek tevgerên Kurd hene.

Wê bidome..