PKK: Gelê Kurd li dijî komploya herî hov a dîrokê li ber xwe dide

Komîteya Rêveber a PKK'ê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê weke "êrîşa herî hovane a dîrokê û roja qirkirina Kurdan" bin av kir.

Komîteya Rêveber a PKK'ê di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêk anîn daxuyaniyeke nivîskî da û hêzên komploker careke din şermezar kir.

PKK'ê diyar kir ku AKP-MHP dixwazin komployê berdewam bikin û destnîşan kir, ku divê di referandûma 16'ê Nîsanê de 'NA' derbikeve.

Komîteya Rêveber a PKK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Em dikevine salvegera 19. a 15'ê Sibata 1999'an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di şexsê wî de ya li ser gelê Kurd hate pêkanîn. Her wiha em dikevin salvgera 19. a têkoşîna mezin a azadiyê ya li dijî komployê. Em vê komployê ku yek ji êrîşa dijî mirovî û hov a dîrokê ye û weke "roja qirkirina Kurdan' tê binavkirin bi tundî şermezar dikin"

'EM SONDA SERKETINÊ DIXWIN'

Rêber Abdullah Ocalan ev 18 sal in li dijî sîstema tecrîda giran û îşkenceyê ya Îmraliyê berxwedana herî mezin a dîrokê nîşan dide û rêya rizgariyê nîşanî hemû çewisandiyan dike. Em vê helwesta azadîxwaz û lehengî slav dikin. Di têkoşîna dijî komployê de, hemû şehîdên xwe yên leheng ên ku bi dirûşma "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin' li dora Rêber Apo xelekeke ji êgir çêkirin û Rêber Apo, azadiya gelê Kurd parastin bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di salvgera 19. a komployê de em sonda xwe dubare dikin ku em ê armanc û bêrîkirina wan bi ser bixin.

Weke ku tê zanîn komploya navneteweyî ya ku ji hêla modernîteya kapîtalîst a global ve ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kirî û 15'ê Sibata 1999'an veguherî çalakiya revandina bi rengê korsanan îmhaya Rêber Abdullah Ocalan û li ser vê zemînê jî tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd û li ser vê jî qirkirina Kurdan armanc kiribû. Piştî 18 salan dema ku em li paş vedigerin û dinerin em dibînin ku ev armanc bi ser neketiye, koploya navneteweyî hatiye pûçkirin û têk çûye. Di 18 salên derbasbûyî de bi dehan planên komploya navneteweyî hatine şikandin. Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê me yê welatparêz li diî komployê xwe li hev girtin, li dijî komployê rê  û rêbazên rast ên têkoşînê dîtin, bi lehengî li ber xwe ber xwe dan, hovtirîn êrîşa di dîrokê de, ya dijminê mirovahiyê û azadiyê têk birin.

OCALAN RÊYA RIZGARIYÊ NÎŞANÎ BINDESTAN DIDE

Dema ku mirov li 18 salên derbasbûyî dinere, Rêber Abdullah Ocalan di nav berxwedana mezin a azadiyê de Bûyina Rêbertiya Sêyem pêk aniye, bi Parastinên xwe yên pêş xistî, hatiye wê astê ku di serî de jin, rêya rizgarî û azadiyê şanî hemû bindestan dide. Dîsa di serî de jin hemû gelê Kurd û çewisandî li dor Rêber Apo hev digirin û li ser vê zemînê jî civakîbûyina herî mezin a dîrokê pêk hatiye. Tasfîyebûnê li hêlekê deynin, di 18 salên derbasbûyî de em dibînin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê gelekî li xwe zêde kiriye, Şoreşa Azadiya Rojava pêk aniye, li dijî faşîzma DAIŞ'ê pêşengiya berxwedana azadiyê dike û bi vêre bûye mezintirîn hêza azadî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn û dinyayê. Û li ser vê zemînê em dibêjin komplo têk çûye, azadî bi ser ketiye. Em dibînin ku gelê Kurd, jin, ciwan, hemû çewisandî û mirovahiya azad bi ser ketiye.

Weke ku tê zanîn êrîşa komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd ji hêla DYA'yê ve hatiye birêxistin, bi hevalbendiya DYA, Îngilîstanê û Israîlê hatiye rêvebirin, di serî de Misir, Sûriye, Îran, Yewnanîstan, Elmanya, Fransa û Rûsya gelek dewlet di vê êrîşê de hatine bikaranîn. Ango ev hemû dewlet hevkarên îşkenceya Îmraliyê ne ku ev 18 sal in didome û her wiha hevkarên komkujî û qirkirina Kurdan in. Di bin berpirsyariya wan de li ser civaka Kurd ku yek ji qedîmtirîn civaka dîrokê ye qirkirinê pêk tînin û ji hêla Dewleta

Komara Tirkiyê ve li ber çavê hemû dinyayê sûcê qirkirinê tê pêkanîn. Di salvgera 18. de em bang li van hemû dewletan dikin ku  para xwe ya di komployê de û ya di qirkirinê de bibînin, bêhtir nebin hevkar û amûrê vî sûcê mirovahiyê, vîna azad a Kurdan qebûl bikin û li dijî êrîşên qirkirinê yên TC'ê rawestin.

'EM HER DEVERÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO BIKIN QADA TÊKOŞÎNÊ'

Ev 18 sal in di serî de jin û ciwan, Kurd û dostên wan li dijî hovtirîn êrîşa dîrokê, komploya navneteweyî bi lehengî li ber xwe didin. Li dora Rêber Apo hev digirin û ji bo azadî û rizgariya Kurdan, hemû çewisandiyan têdikoşin. Ev têkoşîna azadiyê ya dîrokî di salvgera 18. a komployê de ji Ewropa bigirin ta bi Başûr, ji Rûsya ta bi Rojava, ji Bakur ta bi Rojhilat, li hemû Kurdistanê û li çar aliyê dinyayê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû" bi awayekî xurt û berbelav tê jiyîn. Di salvgera 18. de em komploya navneteweyî şermezar dikin, li dijî komployê van têkoşînên ku di xeta mirovahiya azad de têne dayin ji dil slav dikin, daxwaza serkeftinê diyar dikin. Di salvegera 19. a komployê de ji bo ku têkoşîna dijî komployê, komployê bi temamî têk bibe û sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bavêje ser sergoya dîrokê di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku hê geştir têbikoşin û her devera ku ew lê ne ji bo azadiya Rêber Apo bikin qada têkoşînê!

Ev gurûha faşîst ku ew jî weke komployê parçe parçe bûne, weke ku di mînakên Cizîrê û Sûrê de hatiye dîtin, serî li komkujiyên herî hovane dane û li ser vê vê bingehê hewl didin ku desthilatdariya xwe biparêzin, komployê domdar bikin û qirkirina Kurdan bidomînin. Bi taybetî li ser karekterê êrîşên bi pêşengiya şefê faşîst Devlet Bahçelî ku bi taybetî dijminê Kurdan û dijminê gel e, hewceyî pê nîne ku mirov zêde tiştekî bibêje. Cotên Devletên Bahçelî-Tayîp Erdogan dîktatoriya faşîst a 12'ê Îlonê ya têkçûyî restore dikin û dixwazin vê sîstema şerker û qirker li ser piyan bihêlin. Ji bo vê jî, ji bo ku kirasekî hiqûqî li pratîka komkujiyê bikin, referandûma guherîna destûrê ya di 16'ê Nîsanê de anîne rojevê. Dixwazin komkujiyên xwe yên faşîst û dîktatoriya yekparêz a netew-dewletê bi civakê bidin pejirandin.

Ya ku komploya navneteweyî ku sûcekî mirovahiyê îro didin jiyîn faşîzma AKP-MHP'ê ye.

16'Ê NÎSANÊ DIVÊ 'NA' DERBIKEVE

Pir eşkere ye ku di referandûma 16'ê Nîsanê de ku 'Erê" derkeve ev tê wê wateyê ku êrîşên qirker û komkuj ê dîktatoriya faşîst a Devlet Bahçelî-Tayyîp Erdogan ya ku li Kurdistanê dikin, operasyona qirkirina siyasî,  zexta faşîst, mêtingerî û teror, polîtîkayên şer û faşîzmê ya ku li hemû Tirkiyê sazkar e, tê pejirandin. Ji bo vê jî, ji bo ku li dijî van hemû tiştan 'êdî bes e' were gotin, ji bo xilasbûna ji qirkirin, komkujî, şer a faşîzma AKP-MHP'ê, ji bo dawîlêanîna li her cure zextên faşîst, mêtingeri û terorê, ji bo dawîlêanîna tacîz, tecawiz, komkujiya sîstema faşîst a zilam-serweriyê ya ku li ser jinê pêk tînin, ji bo ku Kurdistan were azadkirin û Tirkiye were demokratîkirin, di referandûma 16'ê Nîsanê de divê "NA' derbikeve. Di nav çarçoweya referandûma 16'ê Nîsanê de  dem û fersend çêbûye ku faşîzma 12'ê Îlonê jî, faşîzma AKP-MHP'ê jî di sergoya dîrokê de were veşartin.

Li ser vê zemînê di serî de Kurd em bang li hemû gelên Tirkiyê; di serî de jin em bang li hemû Elewiyan, di serî de karker em bang li hemû çewisandiyan, di serî de HDP, ODP em bang li hemû hêzên siyasî yên demokratîk ên dijî AKP-MHP'ê dikin, bang li ciwan û hemû dînamîkên civakî dikin ku di nav çarçoweya referandûma 16'ê Nîsanê de kampanyaya "ji faşîzma AKP-MHP'ê re Na' bi yekîtiyê, bi serketî bi rê ve bibin û dîktatoriya faşîst di sergoya dîrokê de veşêrin.