PKK: Em pêngava berxwedanê xurt bikin, bi ser bixînin

PKK'ê berxwedana grevên birçîbûnê silav kir û diyar kir, "Em bang li hevrêyên xwe hemûyan, gel û dostên xwe dikin ku pêngava berxwedanê ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin û Tirkiyeyê demokratîk bikin' bi ser bixînin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê li ser grevên birçîbûnê ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû daxuyaniyek da.

'BI SER KET'

Daxuyanî wiha ye:

"Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li Girtîgeha Amedê 8'ê Mijdara 2018'an dest pê kir û ji bo bidawîkirina sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bi rê ve çû, li nêzî sed zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha li çar aliyên Kurdistanê ûdinyayê belav bû, ji 30'ê Nîsanê û pê ve veguherî rojiya mirinê ya li zindanan, neh şehîd da, zêdeyî heft hezar mirov tevlî nava xwe kir û veguherî çalakiya greva birçîbûnê ya herî berfireh û demdirêj a dîrokê. Di roja 200'î ya çalakiyê de bi banga nivîskî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku diyar kir, berxwedan bi ser ketiye, bi biryara berxwedêran 26'ê Gulana 2019'an bi rengekî serketî bi dawî bû.

'BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA MEZIN SERKETINEKE DÎROKÎ YA ÎDEOLOJÎK AFIRANDIYE'

Mîna Berxwedana Zindanan a Mezin a 1982'an vê Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst têk bir û serketineke dîrokî ya îdeolojîk afirand. Hêza serfiraziyê ya berxwedana şoreşgerî careke din nîşan da. Piştî derba giran ku 31'ê Adarê li siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst hate xistin, li ser bingeha hevdîtinên parêzeran ên 2 û 22'ê Gulanê û Deklarasyona Demokrasiyê ya ji 7 xalan a ku Rêber Abdullah Ocalan tevî hevrêyên din ên li Îmraliyê amade kir, deriyên tecrîda li Îmraliyê vebûn. Bi vî rengî pêngava me 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' ku li dora grevên birçîbûnê hate meşandin rê li ber encamên dîrokî vekir. Berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku gihîşte armanca xwe bi dawî dibe, lê belê pêngava me ya berxwedanê didome. Mîna ku berxwedêrên greva birçîbûnê jî bi rengekî vekirî anîn ziman, heta ku şert û mercên kar û jiyana azad ên Rêber Abdullah Ocalan bên afirandin wê bidome.

EM BERXWEDÊRAN PÎROZ DIKIN, SILAV DIKIN

Li ser vê bingehê, di şexsê Leyla Guven û berxwedêrên rojiya mirinê de berxwedêrên greva birçîbûnê yên li çar aliyên Kurdistanê û dinyayê nêzî 200 rojî li ber xwe dan, ji ber biryardarî, fedakarî, wêrekî, îrade, bawerî û îdîaya wan a mezin, ji ber encama dîrokî ya bi dest xistin, wan ji dil pîroz dikin, silav dikin û hêvî dikin ku bi tenduristiyeke baş di têkoşînê de serketinên nû biafirînin. Şehîdên leheng ên vê berxwedana dîrokî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek, Mahsûm Pamay, Umît Acar û Ûgûr Şakar, di şexsê wan de şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di serî de Berxwedana Îmraliyê em Dayikên Kurd û gerîlayên azadiyê ku bi çalakiyên xwe yên bi bandor berxwedana greva birçîbûnê xurt kirin, di şexsê wan de gelê me û dostên me yên li her qadê tevlî pêngava berxwedanê ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin' bûn û hêzên demokratîk-şoreşger hemûyan silav dikin, di têkoşîna wan a hevpar a ji bo mirovahiyê de serketinê dixwazin.

'TÊKOŞÎNA ME YA JI BO AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DIDOME'

Çawa ku berxwedêrên greva birçîbûnê weke nêrîneke hevpar anîn ziman; grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûne, lê belê têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ya li dijî siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst didome. Faşîzma AKP-MHP'ê 31'ê Adarê, sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê jî meha Gulanê derbeke girîng xwarin, lê belê tecrîd bi temamî ji holê ranebûye û faşîzm bi temamî nehatiye hilweşandin. Lewma Kurdistan azad nebûye û Tirkiye demokratîk nebûye. Ji ber vê yekê, li ser bingeha afirandina şert û mercên kar û jiyana azad ên Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna me ya azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê ya li dijî tecrîd û faşîzmê didome. Pêngava me ya berxwedanê 'Em ê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bikin' bi şêweyên çalakiyên nû û dewlemendtir didome.

Şaşitiyek di vê mijarê de, lawaziya di berxwedana civakî de divê teqez rû nede. Rêber Abdullah Ocalan xwest dawî li çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bê anîn, lê di heman demê de xwest, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li dijî tecrîdê û faşîzmê bi şêweyên çalakiyên dewlemendtir, afirîner û girseyî bidome. Di vê mijarê de di serî de jin û ciwan bang li hemû hêzên civakî û siyaseta demokratîk kir ku bi rengekî çalak têkoşîna demokrasiyê bidomînin, anî ziman ku serketina pêvajoyê ji aliyê demokrasiyê ve bi têkoşîna van hêzan ve girêdayî ye. Berxwedêrên ku dawî li grevên birçîbûnê anîn diyar kirin, wezîfe dikeve ser milê civaka demokratîk û siyaseta demokratîk û ji bo têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê û faşîzmê bang kirin.

BANGA LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê PKK'ê em dibêjin; van bangan hemûyan qebûl dikin û li ser vê bingehê ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe em ê bi rengê seferberiyê têbikoşin. Em 7 xalên ku Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên din ên li Îmraliyê weşandin girîng dibînin û dixwazin, nêrînên wan bi berfirehî bên nîqaşkirin, bi xurtî xwedî lê derkevin û ji bo bicihanîna wan bi rengekî çalak têbikoşin. Li ser vê bingehê em bang li hêzên demokrasiyê hemûyan ên li hundir û derveyî welat dikin ku bi berpirsyariya xwe tevbigerin. Em hêvî dikin ku soza Berdevkê AKP'ê, Wezîrê Edaletê yê TC'ê û saziyên demokratîk ên ji bo bicihhatina hiqûqa heyî li Îmraliyê, bêkêmasî wê pêk were. Em dibêjin; ji bo lawazkirina siyaset û zîhniyeta faşîst û xurtkirina siyaset û zîhniyeta demokratîk wezîfeya dikeve ser milê me em ê bi cih bînin.

'EM PÊNGAVA BERXWEDANÊ BI SER BIXÎNIN'

Lê belê di vê mijarê de em ê nexapin. Lewma em ê ne li bendê bin, em ê hîn bi çalak têbikoşin. Ji xwe 1'ê Hezîranê salvegera 9'emîn a Pêngava me ya Stratejîk a Çaran a 2010'an e. Em dest bi sala 10'an a pêngava xwe dikin. Em pêngava berxwedanê ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin', weke fînala stratejiya şerê gel ê şoreşger ê 9 salan didomînin. Em pê piştrast in ku di sala 10'an de em ê rêbaz û taktîkên stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bi rengekî rast û têrker bi cih bînin, tecrîdê bi temamî bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin û şert û mercên kar û jiyana azad ên Rêber Abdullah Ocalan biafirînin.

Em Greva Birçîbûnê ya Mezin a ku serketineke dîrokî afirand careke din pîroz dikin, şehîdên leheng careke din bi bîr tînin û bang li hevrêyên xwe hemûyan, jin, ciwan, gelê me, dostên me, hêzên gerîla yên leheng, hêzên demokratîk-şoreşger dikin ku li dijî siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst, pêngava berxwedanê ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin û Tirkiyeyê demokratîk bikin' li ser bingeha çalakiyên dewlemendtir û afirîner li her qadê bimeşînin û bi ser bixînin."