PKK: Em Newrozê bi berfirehî pîroz bikin

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bêyî ku sivikatî li vîrûsa koronayê were kirin, ku gefê li hemû mirovahiyê dixwe,  bang kir ku hemû astengî li pey xwe were hiştin û Newroz bi rengên guncav were pîrozkirin.

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê ya li ser Newrozê wiha ye:

''Em gelê Kurd û gelên herêmê Newrozeke nû dijîn. Li gel pirsgirêkên giran û astengiyên cidî jî, li her qadê agirê Newrozê pêdikeve û cejna herî dêrîn a azadiyê ya dîrokê Newroz tê pîrozkirin. Bi hêviyeke mezin bihareke nû û saleke nû ya Newrozê tê pêşwazîkirin. Roja yekîtî, berxwedan û azadiyê Newroz, ji hêla gelê me û hêzên demokratîk ve li gorî maneya wê ya dîrokî tê jiyîn. Ango di sala Newrozê de tê fêhmkirin li dijî her zilmê, berxwedana azadiyê bi giyanê Newrozê bi rengekî hê xurt û serketî wê geş bibe.

DI SALA NEWROZÊ DE EM Ê BI RENGEKÎ XURT ŞER BIKIN Û BI SER BIKEVIN

Li ser vê bingehê, di serî de ya Rêber Apo, Newroza hevrêyan, hêzên me yên gerîla, ya jinan, gelê me yê welatparêz, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya demokratîk pîroz dikin, di sala nû ya Newrozê de, di têkoşîna azadiyê de serkeftina mezin ji wan dixwazin. Di serî de Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan, şehîdên me yên mezin ên Newrozê di şexsê hevrê Zekiye, Rahşan,Bêrîvan, Ronahî, Sema, Sînan, Navdar û Serhed de, hemû şehîdên me yên leheng ku bi Hakî Karer dest pê kirî û heta bi Têkoşîn Amanos hatî, bi hurmet, hezkrin û minet bi bîr tînin, em soz didin ku armanca wan bi ser bixin û bîranîna wan bidin jiyîn. Em tevger û gel diyar dikin di sala nû Newrozê de di xeta Rêbertî û şehîdan de, em ê bi rengekî hê xut şer bikin û serkeftinên mezin li pey xwe bihêlin.

Weke ku tê zanîn di dîroka mirovahiyê de cejna herî dêrîn a azadiyê Newroz e. Agirê ku Kawayê Hesinkar pê dixstî, ev 2632 sal in rêya mirovahiyê ronî dike û wekî hişmendî û vîna azadiyê ya ku tim xurt dibe, rola xwe ya dîrokî bi cih tîne. Serkeftina dîrokî ya bapîr û dapîrên Kurd Medan a li dijî zilma Deheq, îro ji bo hemû gelan û çewisandiyan dibe kana îlhamê. Çawa ku beriya bi hezaran salan Medan hemû çewisandî kiribin yek û zilma Dehaq hilweşandibin îro jî, neviyên wan kurd, hemû gelan û çewisandiyan tînin cem hev, bi berxwedaniya ku ava dikin, Dehaqên îro têk diin û hemû mirovahiyê ji  Dehaqên rojane DAÎŞ, El Qaîde û faşîzma AKP-MHP'ê xilas dikin.

Bi vê çarçoweyê di sala dawî ya Newrozê de jî derketiye holê ku yek ji berxwedana mezin a şoreşger a dîrokî hatiye jiyîn û serfiraziyên mezin ên ku bandora wan mayinde hatine bidestxistin. Darbeya giran a li ser Dehaqê roja niha DAÎŞ'ê beriya Newroza 2019'an pêk hatiye û di Newroza 2019'an de, mizgîninya, ''Serweriya li ser xakê ya DAÎŞ'ê hatiye qedandin'' dane hemû gelan û mirovahiyê. Berxwedana tolhildana şoreşger ku ji bo bîranîna şehîdên me yên Newrozê pêk hatiye, derbên kujer li faşîzma AKP-MHP'ê dixe, di hilbijartina xwecih a  31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de darbe giran li faşîzma AKP-MHP'ê hatiye xistin. Sala dawî ya Newrozê, bûye saleke wiha ku hişmendî û siyaseta faşîst-mêtinger ku qirkirina Kurdan dayî ber xwe, têkçûnên mezin xwawriye û hêviyên azadiyê ji her demê zêdetir xurt bûye.

GELÊ ME HER CURE ASTENGIYÊ RADIKE Û NEWROZÊ PÎROZ DIKE

Bi van geşedanan em dikevine sala nû ya Newrozê. Vîna azadiyê ku di pîrozbaniyên 8'ê Adarê de li Kurdistanê û çar hêlên cîhanê jinan danî holê, coşî û berxwedana mezin ji niha ve dibe hîmê pîrozbaniyên Newrozê. Her çendî bi bobelata mezin a ku jê re ''Hêla vîrûsa koronayê'' tê gotin hewl tê dayin pêşî li vê rabûna azadiyê were girtin jî, bi pêşengiya jinan û ciwanan gelê me yê welatparêz  her cure zehmetiyê li pey xwe bihêle cejna azadiyê Newrozê pîroz dike, vîna jiyana azad careke dî bi zelalî datîne holê. Îdîaya şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û avakirina demokrasiyê li her qadê bi rengekî zelal nîşan dide.

EM BANGA PÎROZBAHIYA BERBELAV A NEWROZÊ DIKIN

Zelal e, di Newroza 2020'an de,  astengiya vîrûsa koronayê derkeve an jî derdixin pêşiya wê ku em têkoşîna xwe ya azadiyê bi rengekî girseyî pêk neyînin û vîna azadiyê li meydanên Newrozê bi milyonan nîşan nedin. Bêguman li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat gelê me û dostên me divê li vê bobelatê ku gefê li hemû mirovahiyê dixwe baldar be û bi wê tevgerê be ku hebûn tendiristiya xwe biparêze. Helwesteke wiha û giranbûna bobelata heyî mirov nikare sivik bike. Lê dîsa jî pêkan e ku mirov dikare heq ji astengiyan derkeve û bi rengên guncav Newrozê pîroz bike. Jixwe têne kirin jî, Newroz li şûna kombûna li meydanan, ber her malê, her kuçe, her tax, her gund, her çiya fibine meydana Newrozê, pîrozbaniyên Newrozê bi vî rengî berbilav dibin û dibine girseyî. Bi vî rengî astengiya ku vîrûsa koronayê, ku modernîteya kapîtalîst, a ku qonaxa pençeşerê ya pergala desthilat û dewletê ye, derxistiye holê, bi rengekî serkeftî ji holê tê rakirin. Li ser vê, di serî de jin û ciwan, em bawer dikin ku gelê me yê welatparêz wê vîn û afirandineke mezin nîşan bidin, bi baweriya ku ev rewş wê bibe pîrozbahiya herî watedar a Newrozê, bi vê çarçoweyê banga pîrozbahiya berbelavtir a Newrozê dikin.

Pir aşkere ye, li gel erdhej, şape, aşît, bobelatên mîna virûsa koronayê jî, êrîşên faşîst-qirker kêm nebûne, qels nebûne. Bi ser de rêveberiya faşîst-qirker a AKP-MHP'ê ji rûdanên navborî sûd werdigire û êrîş û komkujiyên xwe girantir dike. Heke em bala xwe bidinê, pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê hê bêhtir tê girankirin, serlêdanên parêzer û malbatan a ji bo ku rewşa dawî ya li Imraliyê hîn bibin jî têne redkirin. Gelek dewletan ji ber vîrûsa koronayê zindan vala kirine lê faşîzma AKP-MHP'ê ji zindanên ku tije kirine yek kesî jî bernade. Zexta faşîst û teror tiştekî ji xwe kêm nake, êrîşên qirkeriya dagirker li ser parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê didomîne. Careke dî bi rengekî berbiçav derketiye holê, heta ku bi berxwedana şoreşger  hişmendî û siyaseta faşîst-qirker neyê têkbirin û faşîzma AKP-MHP'ê neyê hilweşandin, ne wê Tirkiye demokratîk bibe û ne jî Kurdistan azad bibe.

FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê WÊ WERE HILWEŞANDIN, TECRÎDA IMRALIYÊ WERE PARÇEKIRIN

Newroz, li ser vê bingehê wê bibe destpêka pêngaveke berxwedanê ya dîrokî. Gelê me yê welatparêz û hemû hêzên şoreşger-demokratîk, wê her cure astengiyê li pey xwe bihêlin û Newrozê li gorî maneya wê ya dîrokî bijîn û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê pêngava şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û li her qadê avakirina demokrasiyê pêk bîne. Berxwedaniyeke wiha, bi giyanê berxwedanê yê 8'ê Adarê û Newrozê, bi giyanê lehengiya netewî, bi giyanê Mazlûm û Egîd wê were rêvebirin û bi teqezî bi ser bixin. Di encamê de wê faşîzma AKP-MHP'ê were hilweşadin, tecrîda Imraliyê were parçekirin, wê Rêber Abdullah Ocalan bibe şertên jiyan û xebata azad. Ev ê jî Kurditanê azad bike, Tirkiyê û Rojhilata Navîn demokratîk bike.

Bi vê bingehê, çi kesê ku giyanê Newrozê dijî û ji bo vê kêferatê dike careke dî pîroz dikin, em bang li gelê me yê li çar parçeyên Kurdsitanê û li derveyî welat dikin ku bi giyanê Newrozê yekîtî û rêxistiniya xwe ya netewî xurt bikin û berxwedana azadiyê geş bikin, em bang li gelên Tirkiyê û hêzên şoreşger-demokratîk dikin, ji bo ku li dijî tecrîdê û faşîzmê demokrasiyê bi ser bixin, têkoşîna şoreşê ya yekbûyî geş bikin, bang li gelên Rojhilata Navîn û hemû çewisandiyan dikin li dijî pergala modernîteya kapîtalîst ku bobelatên mezin ên mîna vîrûsa koranayê hildiberînin, têkoşîna azadiyê û demokrasiyê bi hev re hê geştir bikin!''