PKK: Em ê li ser şopa şehîdan ber bi serketinê ve bimeşin

"Şehîdên me her tim û li her cihî ji bo me bûne çavkaniya herî mezin a hêzê. Ji niha û pê ve jî em ê li ser şopa şehîdên xwe yên leheng bin, xwe zane bikin, bi rêxistin bikin, bibin yek û ber bi serketinê ve bimeşin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi wesîleya Meha Şehîdan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Me dest bi Gulaneke nû kir. Weke ku tê zanîn meha Gulanê ji bo me meha şehîdan e. 18'ê Gulanê jî roja me ya şehîdan e. Şoreşgerê mezin ê enternasyonalîst hevrê Hakî Karer, ku Rêber Apo ji bo wî digot, 'Mîna ruhê min ê veşartî bû' di 18'ê Gulana 1977'an de li Dîlokê ji aliyê ajanên TC ve hat qetilkirin. Em di salvegera çilemîn a vê şehadetê de ne. Li ser vê bingehê em dikevin salvegera çil û yekemîn a sala şehîdan. Beriya her tiştî, di şexsê rêberê mezin ê şoreşger hevrê Hakî Karer de, hemû şehîdên xwe yên partiyê û şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em soza xwe ya xwedîderketina li bîranînên wan û bicihanîna armancên wan, bi vê wesîleyê careke din dubare dikin."

Komîteyê destnîşan kir, ku PKK partiyeke Rêbertî û Şehîdan e û wiha dewam kir: "Pêngava rêbertî ya Rêber Apo li ser bingeha xwedîderketina li bîranînên pêşengên mezin ên şoreşger Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya û bicihanîna armancên wan, pêk hat. Pêşengê şoreşgerî yê gelê me PKK, rêxistinbûna bîranînên şehîdê me yê mezin ê partiyê hevrê Hakî Karer û hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê ye. Rêber Apo destnîşan kiriye, ku şehîdên me bi şêweyê PKK'ê dijîn. Lewma PKK partiyeke şehîdan e, tevgera me ya azadiyê tevgereke şehîdan e, gelê me yê li ser xeta Apoyî ji nû ve zindî bûye gelekî şehîdan e. Me heta niha xwe li dora şehîdên xwe yên leheng bi rêxistin kirin û bi meşa li ser xeta şehîdan em bi ser ket. Ji niha û pê ve jî em ê li ser vê bingehê bi ser bikevin."

'EM HEVRÊ MEHMET KARASÛNGÛR Û ÎBRAHÎM BÎLGÎN BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN'

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha dewam kir:

"Wekî din, îro sih û çaremîn salvegera şehedata hevrêyên me Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn e, ku di 2'ê Gulana 1983'an de li Qendîlê şehîd bûn. Ev hevrêyên me, dema ku ji bo qedandina şerê navxweyî yê li Kurdistanê û pêkanîna yekîtiya neteweyî ya li ser xeta demokratîk dixebitîn, şehîd bûn. Hevrê Mehmet Karasûngûr endamê Komîteya Navendî ya Partiya me bû. Her wiha fermandarê berxwedana Hîlwan-Sêweregê bû. Berpirsyarê destpêkê yê leşkerî ye, ku piştî ragihandina partiya me bi vê erkê rabû. Hevrê îbrahîm Bîlgîn jî milîtanekî gelekî hêja yê partiyê ye, ku hemû erk û wezîfe bi cih danî. Di salvegera sih û çaremîn a şehadeta wan de em van şehîdên xwe yên mezin ên pêşeng bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe ya serxistina armancên wan dubare dikin.

Îro her wiha yekemîn salvegera şehadeta hevrê Azad Sîser û Çekdar Amed in, ku di 2'ê Gulana 2016'an de li Amedê şehîd bûn. Ev hevrêyên me ku milîtanên pêşeng ên partiya me bûn û endamên Konseya Fermandaran a HPG'ê bûn, weke şervan û fermandarên serketî yên Botan, Zagros û Amedê, bi erka xwe rabûn. Pêşengî ji berxwedana xwerêveberiya demokratîk re kirin, 'Berxwedana Mezin a Sûrê' bi rêxistin kirin û hevrêtî ji fermandarê pêşeng Çiyager re kirin. Dema ku ji şerê gel ê şoreşgerî yê li Amed, Garzan û Erzîromê re fermandarî dikirin, şehîd bûn. Di salvegera yekemîn a şehadeta wan de, em hevrê Azad Sîser û Çekdar Amed ku şoreşger û welatparêzen mezin bûn, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin û wan li Kurdistana azad bidin jiyîn.

Sih û sê salên ji 2'ê Gulana 1983'an heta 2'ê Gulana 2016'an, pêvajoyeke ku bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê, gelê Kurd destanên lehengiyê nivîsandiye. Di vê pevajoyê de, ku ji Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn digihêje heta Azad Sîser û Çekdar Amed, partiya me û gelê me bi deh hezaran leheng afirandin û destanên lehengiyê nivîsandin. Ji şehîdê me yê yekemîn ê azadiyê hevrê Hakî Karer heta şehîdê me yê niha ê dawî Bedran Gundikê Remo, di nava çil salan de artêşek mezin a ji deh hezaran şehîdan hatiye afirandin. Her yek ji wan lehengên gel bûn, ku heta mirinê dilsozê xeta Apoyî, Kuristanê û jiyana azad bûn. Serdema lehengiya neteweyî ya gelê me afirandin û şoreşa vejîna neteweyî bi ser xistin. Di şexsê yekemîn şehîdê me yê mezin Hakî Karer û şehîdê me yê mezin ê herî dawî Bedran Gundikê Remo de, her wiha di şexsê şehîdên me yên 2'ê Gulanê Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Azad Sîser û Çekdar Amed de, em hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê şoreşê bi ser bixînin û Kurdistanê azad bikin.

Weke ku tê zanîn, partiya me a li ser şopa pêşengê mezin ê şoreşger Hakî Karer e, artêşeke mezin a lehengan afirand, di her rojeke meha Gulanê de bi dehan şehîdên leheng bi cih kir û meha Gulanê veguherand Meha Şehîdan. Di Meha Şehîdan a çilemîn de pêwîste her roj ev lehengên gel werin bîranîn û li ser xeta wan a azadiyê mirov xwe ji nû ve bafirînin. Mînak; divê Abdulkadîr Çûbûkçû ku di 1'ê Gulana 1982'an de li Beyrûdê di dma perwerdeya leşkerî de, di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê de şehîd bû, ji pêşengên destpêkê yên gerîla Ramazan Ramazan Kaplan û hevalên wî yên di 1'ê Gulana 1985'an de li Motkî di şerê dijî artêşa faşîst-qirker de şehîd bûn, bên bîranîn. Hevrê Yilmaz, ku kedkarê partiyê ye û yek ji rêveberên serhildana destpêkê ya Cizîrê di 4'ê Gulanê de şehîd bû, Şehîdên Pîlemûriyê yên 5'ê Gulanê, Metîn Tûrgût, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ên di 6'ê Gulanê de şehîd bûn, divê werin bîranîn. Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê, ku di 9'ê Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, fermandara Garzanê Hozan Mizgîn a di 11'ê Gulanê de, û şehîdên Hozatê Serkeft û hevalên wî yên di 11'ê Gulanê de şehîd bûn, divê bên bîranîn û fêhmkirin.

Şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, mîna xelekek bi hev ve, di hemû rojên meha Gulanê de cih girtine. Ji bo vê jî, pêwîstî bi lêgerîna li nav û wêneyekî nîne. Bi dehan lehengên bê nav, di her rojên meha Gulanê de xwe ji bo rizgariya Kurdistanê û azadiya gelê Kurd feda kirine. Nirxên rasteqîn ên ku hebûna me diparêzin û kirine ku em têk naçin, ev in. Partiya me li ser vê bingehê ava bûye, gerîla xwe li ser vê bingehê bi rêxistin kiriye, jin û ciwanan ji vê yekê zanebûn û cesaret girtine, neteweya demokratîk a Kurdistanê li dora van nirxên mezin ava bûye. Şehîdên me her tim û li her cihî ji bo me çavkaniya herî mezin a hêzê ye. Em li ser bingeha van nirxên nemiran afirîn û gihîştin serdema îro. Ji niha û pê ve jî em ê li ser şopa şehîdên xwe yên leheng bin, xwe zane bikin, bi rêxistin bikin, bibin yek û ber bi serketinê ve bimeşin.

'EM LI SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN'

Li ser vê bingehê, di şexsê şehîdên 2'ê Gulanê Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Azad Sîser û Çekdar Amed de, hemû şehîdên xwe yên meha Gulanê û şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî Û minetdarî bibîr tînin û bang li gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên demokratîk dikin, ku di her roja meha Gulanê de bi çalakiyan şehîdên me yên leheng bibîr bînin, serdana şehîdgehan bikin, li ser xeta Rêbertî û Şehîdan li xwe bipirsin, xwe nû bikin, hîn bêhtir xwe nêzî rastiya şehîdan bikin û bi şiyara 'em ê teqez bi ser bikevin' têkoşîna me ya azadiyê geş bikin."