PKK'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê şoreşgerên ku di meha Gulanê de şehîd bûn bi bîr anî.

Komîteya Rêveber a PKK'ê pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku di meha Gulanê de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku meha Gulanê têkoşîna azadiyê li ser xeta şehîdan hîn bêhtir bi pêş ve bibin û her rojê ji bo bîranîna şehîdên me yên leheng çalakiyan lidar bixin."

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de di serî de Hakî Karer, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ozan Mizgîn û Ûlaş Bayraktaroglû hemû kesayetên pêşeng ên di meha Gulanê de şehîd bûn hatin bîranîn.

Daxuyaniya PKK'ê bi vî regnî ye:

GULÇIYA GABAR Û PELŞÎN NEWROZ

"Weke tevger û gel em ketin meheke nû ya şehîdan. Di her rojeke meha Gulanê de bi dehan şehîdên me yên leheng hene. Em şehîdên xwe yên leheng ên ku bi şehîdê me yê destpêkê yê mezin hevrê Hakî Karer destpê kir û gihîşt heta hevrê Gulçiya Gabar bi rêzdarî, hezkirin û bi minet bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin. Em gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk ên li ser xeta Rêber Apo û şehîdan li ber xwe didin, silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku di vê meha şehîdan de em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û azadiyê hîn bêhtir bi pêş ve bibin, bi 14'ê Guılanê re faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin û pêşî li Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk vekin.

Di Meha Şehîdan de îlana şehîdên me yên nû yên leheng hatin kirin; endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, Konseya Fermandariyê ya YJA Starê, Meclîsa PAJK'ê û milîtana pêşeng a hêja ya PKK'ê Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz, her wiha milîtanê hêja yê PKK'ê Dilxwaz Gabar ê ji fermandariya eyaletê heta bi refênw HPG'ê di her astê de fermandarî kir, hevrê Sozda Botan û Ciwana Oremar, şehadeta wan hate ragihandin. Beriya her tiştî em hevrê Gulçiya, Pelşîn, Dilxwaz, Sozda û Ciwana bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe, jin û ciwanên Kurdistanê bi taybetî jî yên Mêrdîn û Botanê dikin ku rastiya van şehîdên me yên leheng fêhm bikin û bi xurtî xwedî li wan derkevin.

Keça dilxwaza azadiyê û asî ya Mêrdînê hevrê Gulçiya Gabar, temenê xwe û hêza xwe hemû da têkoşîna azadiya jinê û Kurdan. Li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê şer kir, ji roja ku tevlî bû û pê ve qet ji gerîla qut nebû. Di asta îmanê de ji serketina xeta azadiyê ya Apoyî bawer kir. Bi rastî jî her tim mîna navê xwe bû gula çiya. Bi xurtî xwe li xeta berxwedanê û jiyana azad girt, ti carî ji vê xetê qut nebû, meylên dûrî vê xetê ti carî qebûl nekir. Di her şert û mecî de bi hişmendiyeke afirîneriya çareseriyê, bi îrade û hewldan tevgeriya. Ti carî serî netewand, serê xwe timî bilind kir, bi biryardarî û hilberîner tevlî bû. Hêzeke mezin tevlî têkoşîna me ya partîbûn û gerîlabûnê kir. Nîşanî me da ku ne zanebûna zêde, lê dilxwaziya azadiyê dikare bi ser bikeve, bi vî rengî milîtaniya Apoyî ya rasteqîn nîşan da.

Hevrêyê me Dilxwaz jî ji nava xelkê Mêrdînê rabû û jiyana xwe da şerê azadiyê. Li her derê şervanî kir, di her astê de fermandarî kir. Weke kedkarekî şoreşê li her qadê bi hêza gerîla re kar kir. Bi pratîka xwe derbên giran li dijminê faşîst-qirker xist, pêşketinên girîng afirand.

Bêguman jin, ciwan gelê Kurdistanê bi taybetî jî yên Mêrdînê wê van ewladên hêja, şervan û fermandarên mezin ên ARGK û HPG'ê rast fêhm bikin, bi xurtî xwedî li wan derkevin, qet ji bîr nekin, her tim bi pêş ve bibin û di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinan de xwedî li bîranîna wan derkevin.

DENÎZAN FÎŞEKA DESTPÊKÊ TEQANDIN

Em di salvegera 51'emîn a darvekirina pêşengên şoreşger Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de ne ku li dijî darbeya faşîst a 12'ê Adarê bi lehengî şer kirin û 6'ê Gulana 1972'an hatin darvekirin.

Destpêkê di salvegera 51’emîn a şehadetên wan de em şoreşgerên pêşeng Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Gelek eşkere ye ku cara destpêkê ew li ber zihniyet û siyaseta faşîst-olîgarşîk rabû ku beriya 52 salan bi derbeya leşkerî ya faşîst 12’ê Adarê re destpê kir û îro weke faşîzma AKP-MHP’ê dewam dike rabûn. Wan guleya yekemîn teqand. Cara destpêkê wan meşa Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk dan destpêkirin. Di pêngava Rêber Apo û PKK'ê de ew bûn hêza herî mezin û biryarê ya dehfdanê.

Bîranîna van şehîdên me yên leheng îro di têkoşîna me ya şoreşê ya yekbûyî de dewam dike ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tê meşandin. Ev têkoşîna dîrokî di şexsê AKP-MHP’ê de zihniyet û siyaseta faşîst-qirker a li Tirkiyeyê hildiweşîne. Di hilbijartina 14’ê Gulanê de wê derbeke dawî li faşîzmê bê xistin û rêya serketinê ya têkoşîna şoreşa demokratîk ku van şehîdên me beriya 50 salan dayî destpêkirin, vebe. Li ser vê bingehê di serî gelê Kurd, em bang li gelên Tirkiyeyê, jin û ciwanan, karker û kedkaran dikin ku vê rastiyê baş fêm bikin, bi xurtî tevlî hilbijartinên 14’ê Gulanê bibin, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin, ku Hêzên Ked û Azadiyê bi xurtî bikevin meclîsê û bi vî rengî pêşiya Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk vekin ku encamek a pêkanîna armancên Denîz, Yûsûf û Huseyînan derxin.

5 KURDÊN ŞOREŞGER ÊN DI 9’Ê GULANÊ DE HATIN BIDARVEKIRIN

Beriya niha 13 salan dewleta Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de 5 şoreşger û welatparêzên Kurd Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Alî Haydariyan, Ferhat Wekilî û Mehdî Îslamî bi darve kir. Em di salvegera 13’emîn a şehadeta wan de van şoreşger û welatparêzên Kurd ku bêyî çavê xwe bigirin çûn îdamê, bi rêzdar û minetdarî bi bîr tînin. Ev 13 salên ku derbas bûne, çi nîşanî me dide? Nîşanî me dide ku bidarvekirinên ku mijara gotinê ne ti tişt bi dewleta Îranê neda qezenckirin û nekare gelên Îranê ji lêgerîna azadiyê dûr bike. Nexasim jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ciwan û gelên Îranê hemû ku li pey şopa van şehîdan dimeşin, 8 meh in bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ serhildanek mezin dimeşîne. Gelek eşkere ye ku bîranîna van şehîdên me di vê serhildana ku cîhan hemû bandor kir de, dijî. Bi vê wesîleyê em bang li rêveberiya Îranê dikin ku rastiyên qewimî ne rast fêm bike, baş bibîne ku ew nikare bi îdam û zextê gel û jinan ji lêgerîna jiyana azad dûr bike û dest ji rêbazên xwe yên zextê yên bi vî rengî berde û guh bide daxwazên girseyan. Em bang li Hêzên Azadiyê yên Rojhilat jî dikin ku rastiya şehîdan rast fêm bikin, xwedî lê derkevin û bîranînên wan rast û di têkoşîna azadiyê ya serketî de bidin jiyîn.

ULAŞ Ê KU LI REQAYÊ ŞEHÎD BÛBÛ

Her wiha 9’ê Gulanê 6’emîn salvegera şehadeta hevrê û dostê me yê hêja, lawê leheng ê gelên Tirkiyeyê, pêşengê Berxwedana Gezî û pêşengê DKP-BOG Ulaş Bayraktaroglu yê ku dema li Reqayê li dijî çeteyên faşîset ên DAÎŞ’ê şer kir bû. Bi vê minasebetê em vî şoreşgerê mezin ê ku pêşengê vê serdemê yê xeta berxwedanê ya li dijî darbeya faşîst a 12’ê Adarê bû, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Eşkere ye ku Ulaş Bayraktaroglu hem ji bo pêşketina Şoreşa Rojava û hem jî ji bo avakirina Tevgera me ya Yekbûyî ya Şoreşger (HBDH) kedeke mezin da. Bîranîna wî wê her tim di pêşketina neteweya demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û di têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşgerî ya li Tirkiyeyê de bijî. Kurd û gelên Tirkiyeyê wê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin û rê li ber demokratîkbûnê vekin, bîranîna hevrê Ulaş zindî bihêlin û bigihêjin armanca wî.

HOZAN MIZGÎN HUNERMENDÎ Û GERÎLATÎ KIR YEK

11’ê Gulanê 31’emîn salvegera şehadeta hevrê Hozan Mizgîn e ku di sala 1992’an de li Tetwanê li dijî artêşa Tirk a faşîst-qirker şer kir. Em di serî de di 31’emîn salvegera şehadeta wê de hevrê Hozan Mizgîn bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna armanca wê dubare dikin. Hevrê Hozan Mizgîn weke jineke azadîxwaz, hunermendî û gerîlatiya Kurdistanê kir yek û nîşanî me hemûyan da ku ji hev ne cuda ne, berovajî hevdu temam dikin. Li ser vê bingehê derbeke mezin li feraset û helwestên ku hewl didin hunera Kurdî ji şerê azadiyê û gerîlatiyê veqetînin, xist. Bi vî awayî feraset û pêkanîna rast a xeta Apoyî derxist holê û xeta pratîkî ya şoreşgerî ya rast bi pêş xist. Ev xeta ku 31 sal e jiyaye, rêya her kesên ku dixwaze huner û şer bike ronî dike û wan vedixwîne hunermendî û şerekî rast. Em di wê baweriyê de ne ku jin û ciwanên Kurd ên azadîxwaz wê her tim vê bangawaziyê rast fêm bikin û li ser rêya ku hevrê Hozan Mizgîn vekiriye ber bi têkoşîna azadiyê ve bimeşin.

Pratîka pêncî salên bihurî nîşan dide ku li Kurdistan û Tirkiyeyê hişmendiya azadîparêz û demokratîk, rêxistinbûn û pratîk her tim bi pêşengiya şehîdan bi pêş ketiye û bûye mîrateya şehîdan. Ji Denîz Gezmiş heta Haqî Karer, ji Hozan Mizgîn heta Gulçiya Gabar rastî ev e. Şehîdên me her tim bûne meşaleya ku rêya me ronî dike. Ew pêşeroj, roja me ya îro û paşeroja me ne. Ew çavkaniya hêza me ya herî bingehîn e li her dem û li her deverê. Dozên ku dizanin şehîdan bidin, dozên mezin in û tu carî têk naçin û her tim bi ser dikevin. Duh wisa bû, îro jî wisa ye û sibê jî dê wisa be. Têkoşîna ku wê faşîzmê hilweşîne, tecrîdê bişkîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike, wê bi pêşengiya şehîdan pêş bikeve û bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê em careke din şehîdên meha Gulanê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku di tevahiya meha Gulanê de di xeta şehîdan de têkoşîna azadiyê geş bikin û her roj ji bo bîranîna şehîdên xwe yên leheng çalakiyan lidar bixin!"