PKK’ê ji bo Alina Sanchez peyama sersaxiyê weşand

Komîteya  Rêveber a PKK’ê ji bo Alina Sanchez (Lêgerîn Çiya) ku ji Arjantînê hatibû û ketibû nav refên têkoşîna  azadiya Kurdistanê û şehîd bûbû peyama sersaxiyê da.

Fermandariya Giştî ya  YPJ’ê 22’ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Şervana YPJ’ê ya ji Amerîkaya Latîn Alina Sanchez (Lêgerîn Çiya) li Hesekê bi qezeya trafîkê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Rêveber bi daxuyaniyekê got, ‘bi xemgîniyekê bi şehîdbûna Sanchez’ hisiyane.

Peyama PKK’ê wiha ye: ‘’Bi xemgîniyekê em pê hisiyane ku hevrêya me ya Enternasyonalîst Lêgerîn Çiya (Alin Sanchez) şehîd bûye. Em sersaxiyê didine hemû mirovahiya demokratîk û malbatê. Di serî de hevrêyên wê, ji ber ku bûne xwedî hevrêyeke wiha ne, ew şanazî û rûmeta ku hemû sosyalist par ve dikin, em jî par ve dikin. Em hevrêya xwe Lêgerîn bi minet û hurmetê bi bîr tînin, em son dixwin ku têkoşîna wê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê tacîdar bikin.

Xeta demokratîk û azadiyaxwaziya jinê ya Rêber Apo, ew ji welatê Che Guevara Arjantînê kişandiye çiyayên azad ên Kurdistanê. 2011’an ji hezaran kilometre wê de hate Qadên Parastinê yên Medyayê û gihaştiye hevrêyên xwe yên sosyalist ku bi azaweriyeke berz a azadî û demokrasiye ne, ku tim bêrî li wan dikir. Gihaştina wê ya li çiyayên azad ji bo wê bûye sedem ku cara duyan çavê xwe li jiyanê veke. Li dijî êrîşên giran ên Îran û dewleta Tirk bi mehan li Qendîl, Xinêrê û Garê maye. Hêla şer a têkoşîna azadiyê û demokrasiye ya li Kurdistanê, di bin bombeyan de ji nêz ve dîtiye. Hê meha ku nû hatî hindik mabû ku şehîd bibe. Dijwariyên şoreşa Kurdistanê û tiştên ku jiyayî kiriye ku ew zêdetir bi PKK’ê û Tevgera Azadiyê ve were girêdan.

Hevrêya me Lêgerîn Çiya, li  Kubayê perwerdehiya tibê didît. Ji ber ku saleke wê mabû ku Fakulteya Tibê biqedîne, Tevgera me ya Azadiyê biryar li ser da ku biçe Kubayê, Fakuleya Tibê biqedîne û piştre dîsa were welêt. Her wiha peywir daye ku li Başûrê Amerîkayê xeta Rêber Apo bide naskirin û rêxistiya PKK’ê bike. Hevrê Lêgerîn bi vê berpirsyarî û peywirê vegeriya Kubayê, Fakulteya Tibê qedand û bi hevrê û dostên dî re, xebatên nasandin û rêxistiniyêyê kirine, yên bi mebesta ku PKK û PAJK li Amerîka Başûr bidin naskirin. Di vê hêlê de xebatên pir girîng kiriye, bû yek ji wan hevrêyên me yên sereke ku li Amerîkaya Başûr hîmê Tevgera me daniye.

Hevrê Lêgerîn piştî geşbûna Berxwedana Kobanê, piştî ku li Rojava û Bakurê Sûriyê konfederalîzma demokratîk a li ser esasê civaka rêxistinbûyî hate damezirandin dîsa berê xwe daye Kurdistanê. Di damezirandina pergala konfederalîzma demokratîk de a bi azadîxwaziya jinê, ku tim xwesteka wê bû û di avakirina jiyana civaka demokratîk de ji bo ku bi rola xwe rabe, bi hîsên şoreşgerê mezin Che Guevara ber bi Rojava ve beziyaye. Di avakirina pergala tenduristiyê ya Rojava de û di geşkirina şoreşê de bi rola xwe rabûye. Bi azweriya azadiyê û coşa wê ya gelên Amerîkaya Başûr û şoreşgeran xwe tevlî nav xebatan kiriye û bûye hevrêya hêja ya Şoreşgerên Rojava.

Hevrêya me ya  Lêgerîna Çİya em kiriye ku gelek enternasyonalîst werin Kurdistanê û Rojava û hem jî bûye yek ji wan ku bi xeta xwe ya azadixwaziya jinê ya şoreşger,demokratîk û sosyalist û xisletê xwe mohra xwe li Şoreşa Rojava daniye. Şoreşgerên Rojava û gelê me ti caran wê, wê ji bîr neke. Têkoşîn û şehîdbûna Lêgerînan wê bibexeta şoreşger û demokratîk a Rojava û mîsogeriya wê.

Em hevrê Lêgerîn Çiya bi minet û hurmet bi bîr tînin, em sond dixwin ku ala wê ya têkoşînê li jor bihêlin. Em dibêjin ku em ê rihê yê enternasyonal û xeta wê ya sosyalist bi têkoşîna we di xeta PKK’êde bidin jiyîn.’’