PKK'ê Huseyîn Poyraz, Nîhat Ayaz û Ahmet Kiliç bi bîr anî

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, Huseyîn Poyraz (Rûbar Dîcle), Nîhat Ayaz (Xelîl) û Ahmet Kiliç (Mûrat Dep) ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anî.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 3 şoreşger bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "em şahedata hevalên xwe Rûbar-Huseyn Poyraz, Xelîl-Nîhat Ayaz û Murat- Ahmet Kiliç ji gelê xwe û raya giştî ya demokratîk re eşkere dikin, em soz didin wek temsîlvanên wan yê baş em ê her tim wek hevalên wan, şopvanên wan û hevalê dozan wan di têkoşîna azadiyê de keda wan, têkoşîna wan, sekna wan ya jiyanê û sekna wan ya bi şeref û berdexwedanvan bigihînin serkeftinê."

‘ŞEHÎDÊN ME BELGEYÊN ŞEREFÊ NE’

Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

‘’Ji bo gelan şehîd, di asta destan û desteya nirxê herî pîroz, îfadeya herî biwate û şeref ya jiyanê û mînakên xwedayîna exlaqî ne. Di bin bêhn û bûrîyê de ya hatî jiyîn, şehîdên me jêdera afirandina dahatûyê ne. Wekî bibûrhatin, bûrî û sîyaneta xwe di zemanê niha de têne jiyîn, girêdayî dahatûyê evîna azadiyê û hewara îsyanê ya newe vemrandinin. Ji bû wan rabûrî nîne. Ew pira hevgihandina rabûrî, niha û dahatûyê ne. Ew dibin mergê mezlûman û zimanê feqîran. Ew, wekî remzek nikare were jêbirin êş û îsyana gelan di bûranînên xwe de dihewînin. Ew remz û îfadeya newe jêbirîn, ya hêza wateya civakî ya bi jiyanên nû zêde dibe û exlaq û pêkerê azadîyê ne. Ji ber ku li cihê ew têne jiyîn û dijîn ji zaliman re stû xwehr kirin û xapandin nîne. Bi şêwaz, awa û nêzîkatiyên berevajî civaka dîrokî û rastiya gelê me, lêgerînên “xwe jiyandin û dane jiyanê” nîne.

Şehîdên me bi ruh û mergên xwe belgeyên şerefê yên ev xak nexş kirîne. Zanîna civakîbûyinê û ruhê hişê me yê hevpar in. Dewsên jiyana me û soza armancên me ne.

‘HEVAL ME ROBAR WEK ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê XEBAT MEŞAND’

Ji ber vê; jiyana nû di veje ya gelê Kurd de her şehadet hejêkirinek bê sînor, girêdan û bûrîkirin, li dijî zulmê kînek mezin û îsyan e. Agirê berxwedanê yê bêdawî ye û nayê vemirandin.

Yek ji van remzên me yên berxwedanê yê bê tebat, ne vemirî û yê ticarî nevemire Hevalê Robar Dîcle-Huseyn Poyraz e, ku sala 1960’î wek zarokê malbatek feqîr li Gûrûna Sêwazê çavên xwe li jiyanê vekirî û di dawîya sala 1978’ê de tevlî refên PKK’ê bûye.

Hevalê me Rûbar; li Dîlok, Filistîn, Zîndan, Bohtan, Zagros û li pir qadên Başûrê welatê me bi aktîfî di astek jor de tevlî xebatan bûye. Hevalê me Robar- Huseyn Poyraz ê ku di qadên cuda yên Tevgera Azadiyê de erkên cuda dayîn ser milê xwe wek dawî wek Endamê Komîteya Navendî ya PKK xebat dimeşand.

Hevalê Rûbar, di asta pêş de wek temsîlvanê rehewaltî, berxwedanvantî, vîyan û jêhatina wî ya di xebatên pratîkî de jî yê her daîm wek milîtanek bijare yê Tevgera Azadî were bibûranîn û lê were gerîn.

Hevalê Rûbar, jidayikbiyûyê Gûrûna Sêwasê jî be, meskenê lê mezin bûyî û qada Tevgera Azadî naskirî û wek şorreşgerek aktîf tevlî xebatan bûyî û gav avêtî Dîlok e. Hevalê Rûbarê ku zû û wek aktîf tevlî xebatên têkoşîna Tevgera Azadî bûyî, tenê ne wek kesekî tevlî bû, ji beriya herkesî zanîna azadîyê di nav tevayê malbat û derdora xwe de çand û dikarî malbat û derdora xwe bûne rewşa malbatên herî bingehîn yên Tevgera Azadî. Hevalê Robar, hem malbata xwe anî rewşa malbatek bingehîn ya ya Tevgera Azadî, hem jî bi rêzê ve endamên malbata wî wek şoreşgerên profesyonel tevlî refên Tevgera Azadiyê bûn û di vê oxirê de ji xwişkên wî hevala Rehşan bi nasnav Dîcle û Handan bi nasnav Denîz di demên cuda de, di nav refên Tevgera Azadiyê de tevlî karwanên şehîdan bûne.

‘HEVALÊ ME HUSEYÎN POYRAZ MİLÎTANEKÎ BIJARE Ê PKK’Ê BÛ’

Belê, wekî Hevalê Rûbar-Huseyn Poyraz ji beriya herkesî piranîya derdorê xwe rêxistî û li derdora têkîşînê kirî sênc, bixwe jî di demek herî zû de derket qada Filistînê, perwerdeya xwe dît û ji bo têkoşîna gêrîla vegeriya welat. Di têkoşîna li hember dagirkeriyê de sala 1983’ê de, di şerek yê li dijî dagirkeran de dîl hatibe girtin jî ew wek temsîlvanek mezin yê îradeyê û wek şervanek yê Rêber APO yê bê xişwaşî 1991’ê ji boseya esareta dijmin derdikeve, dubare berê xwe dide Rojihilata navîn, qada Rêber APO lê û bi vî awayî dide xwiyandin ku ew şervanek bê xişwaşî yê şoreşê ye.

Dema Hevalê Robar li Rojhilata Navîn diçe cem Rêber APO, xwişk û hevala wî Rewşen jî gava destpêkê avêtiye şoreşgretiya profesyonel û li cem Rêber APO ye.

Piştî hevalê Rûbar cara duyem ji Qada Pêşengtiyê berê xwe dide welat li Heftanîn û pir cihên Bohtan xebatên şoreşgertî dimeşîne û piştî hingê li Başûrê welat pir kar û xebatan birêve dibe. Hevalê Robar ê ku erkên rêvebirtî û fermandartiyên cor be cor dayîn ser milê xwe ji berya her tiştî bi teybetiyên xwe yên gelvan dihat naskirin û zanîn. Hevalê Robar ê ku di astek pir jor de hêstên berpirsiyartiya şoreşgertî di xwe de dihewand, li kîjan qadê xebat meşandibe hergîz li wir di astek herî jor de tevlîbûyîn û hêstên berpirsiyartiya pêwîst e di şoreşgerekî de hebin bixwe çêbûye û di pratîka xwe de nîşan daye.

Bi kurtahî, Hevalê Rûbar-Huseyn Poyraz; bi jiyan, sekin, hêza ramanê û bi kûrbûyîna xwe, kedkartî, nêzîkê can û bi karekterê xwe yê gelparêz bûye mîlîtanek bijare yê Tevgera PKK’ê. Bûye remza bê xişwaşî ya Xeta Rêber APO û felsefa Apovantiyê.

‘HEVALÊ XELÎL WEK ŞOREŞGEREKÎ PROFESYONEL DEMEKE DIRÊJ XEBITÎ’

Mîlîtanek evqas binirx û bijare yê Tevgera Azadiyê, şeva 6 Çileya 2017’ê di encama bombardima hewayî ya dewleta T.C ya faşîsta dagirker ya li ser Herêma parastina Medya yê de bi Hevalê Xelî-Nîhat Ayaz û Murat-Ahmet Kîlîç re tevlî karwanê şehîdan bûne. Wek Tevgera Azadî, şoreşgerek di vê astê de tevlîbûyînên wî ji Tevgera Azadî û şoreşê re çêbûyîn em soza her tim ji nifşên nû re, ji malbata wî ya binirx û Gelê Kurdistanê re didin, di asta xeta azadiyê de wî bigihînin wan û dîsa soza di qada pratîkî de bibin pêkanînvanên xeyal û armancên wî.

Milîtanek din yê bi hevalê Rûbar- Huseyn Poyraz re tevlî karwanê şehîdan bûyî Hevalê Xelîl-Nîhat Ayaz’e.

Hevalê Xelîl-Nîhat Ayaz ê ku 1986’an ji Stembol tevlî Refên Tevgera Azadî bûyî, 1964’ê wek zarokê malbatek halxweş li gundek yê Depê ya Elezîzê çavên xwe li cîhanê vedike. Hevalê Xelîl, piştî tevlî Tevgera Azadiyê dibe di demek kurt de dîl dikeve destê dagirkeran. Piştî mehên destpêkê yê sala 1990’î ji zindanê derdikeve dîsa berê xwe dide çiyayên azad. Wekî li Bohtan, Zagros, Serhad, Behdînan û li pir qadên Başûr xebat meşandî, ji derveyî welat jî li Urus, Kafkasya û Ermenîsatnê wek milîtanek bê xişwaşî tevlî xebatan biye. Hevalê Xelîl-Nîhat Ayaz ê ku di bihara ciwantiya xwe de gav avêtî nav Tevgera Azadî, li dehan qadan xebatên şoreşê meşandîn ji beriya her tiştî bi kedkartî û tevlîvantiya xwe dihat naskirin. Hevalê Xelîl ê ku bûyî remzek ya kedê, dizanî kujan ked bi kujan zehmetiyan hatiye afirandin û di heman demê de bi vê zanebûnê bûye milîtanek mezin yê parastina nirxan. Yêk ji teybetiya herî sereke ya milîtanê PKK’ê, hem bi awayek rexnegir nêzîkê jiyanê bibe û hem jî ya heyî bes nebûne û li ya hê baştir bigere. Ev teybetiya Tevgera Azadiyê di kesîtiya Hevalê Xelîl de şekil girtibû û vedana xwe jî dabû jiyanê.

Dema navê hevalê Xelîl dihat gotin, ya destpêkê dihat hişê her hevalê wî teybetiya hêstê berpirsiyartiyê bû. Bila karê wî be an jî ne yê wî be, li cihekî pêwîstiyek ya hevalekî an jî koma hevalan hebe, tevayê hevalan dizanîn ku Hevalê Xelîlê li wêdê amade be. Ji ber ku Hevalê Xelîl, dizanî hevaltiya PKK’ê tenê ne bigotine, di her bêhn û qada jiyanê de hem bigotina xwe, hem bi ramandina xwe û hem jî bi tevlîbûyîna xwe ya pratîkî milîtanek xweyî jiyanek têr û tijî bû.

Hevalê Xelîl ê wek şoreşgerek profesyonel salên dirêj di xebatan de cih girtî, li cem fermandartî, berpirsiyartiya darayî, di rêvebertiya qada îdeolojîk de cihê xwe girtîye.

Li cem kedkartî, hêsta berpirsiyartî, zeka pratîk û jêhatina Hevalê Xelîl, bi sekna xwe ya li hember şaşîtiyan jî yê her tim were bibûranîn û lê were gerîn. Em soz didin em ê teybetiyên wî yên bijare her tim di nav têkoşînê de jiyan bikin û em daxwaza sersaxiyê ji malbat, heval û gelê Kurdistanê re dikin.

‘HEVALÊ MÛRAT JI BO LEŞKERIYÊ NEKE DERDIKEVE DERVEYÎ WELÊT’

Yek ji hevalê me yê din yê di êrîşa dewleta faşîsta dagirker de tevlî karwanê şehîdan bûyî hevalê Murat Dep- Ahmet Kîlîç’e. Hevalê Murat ê ku 1998’an tevlî refên Tevgera Azadî bûyî, 1978’ê li Depê çavên xwe li jiyanê vekirî ye.

Hevalê Murat ê ku li derdoreke welatparêz jidayikbûyî, hê zû bi têkoşîna azadiyê re hevnas bû. Hê di temenê zarokatiyê de di îşê giran de dixebite û bixwe çerxa dagirkeriyê dibûne û li ser vê binyatê hem di aliyê hêstên netewî de û hem jî nakokiyên dagiriya kedê jiyan dibe û bi awayek aktîf tevlî xebatên tevgera ciwanan dibe. Hevalê Murat ê ku ji bo ji hêza dagirker re leşkertiyê neke derketî ji der veyî welat, piştî demek kurt 1998’ê tevlî refên tevgera azadî dibe. Hevalê Murat ê ku demek dirêj di xebatên qada Ewropa de mayî, ji Kongreya Îslamîya Kurdistan (HÎK)ê bigre li pir welatên Ewropa di her qadê de berpirsiyartî girtin û xebatên cur bi cur de cih girt. Di qada gerîla de bi salên dirêj biqasî derfetan dest dayî cihê xwe girt.

Hevalê Murat, bi şexsiyata xwe ya kedkar aktîf tevlî her qadê bû û di her qadê de bû kesek pir tê hejêkirin. Berhevkirina nêzîkatiya nirxan ya salên dirêj di nav tevgera azadî de kom kirî ji bû, xwe kir rêgez, di parastina nirxên madî û menavî de bû militanek herî bijare.

Di wê dema hevalê Murat bi giştî berê xwe dayî welat û nav gêrîla, bi êrîşa hewayî ya dewleta faşîsta dagirker bi hevalên xwe Robar û Xelîl re tevlî Karwanê şehîdan bû.

Rêber APO, her tim ji bû tevgera azadî û milîtanê wê gotibû, “Di mebesta cidîyet û armancên Tevgera PKK’ê de, ji ber ku endamên wê bê ku çavên xwe bikuskusînin ji bo vê armanca bilind her tim amade ne heyîna xwe ya herî binirx canê xwe fedab ikin. Heke tu bixwazî qasê mebestbûyîna rêxistinekî fêr bibe, dixwazî di mercên rihet an jî zor de, binêre ka milîtanên wê her core zehmetî pêşwazî dikin û dema tê xwestin ji bo vê armancê ji mirinê re amaden an na.”

Û “Heke di oxira dozekî de yên dimirin hebin, wê demê ew doz layiqê bilindkirinê ye. Jixwe heke ev ne bi kotekî, bi rastî jî ji bo erkek neçarî, bidilniyatiyek mezin bicih anîn û bi vî awayî heke di serê wê de mirin jî hebe bi dilxweşî çûn ser, ev tenê pîvana mezintiya wê tevgerê û kesî ye. Û ev dibe delîla wê.”

Li ser vê binyatê dema em şahedata hevalên xwe Robar-Huseyn Poyraz, Xelîl-Nîhat Ayaz û Murat- Ahmet Kiliç ji gelê xwe û raya giştî ya demokratîk re eşkere dikin, em soz didin wek temsîlvanên wan yê baş em ê her tim wek hevalên wan, şopvanên wan û hevalê dozan wan di têkoşîna azadiyê de keda wan, têkoşîna wan, sekna wan ya jiyanê û sekna wan ya bi şeref û berdexwedanvan bigihînin serkeftinê. Em dubare di şexsê malbatên hevalên xwe de bang li tevayê gelê xwe dikin li dora şehîdên xwe bibin xelek. ‘’